Li Şengalê gel berê xwe da sindoqan

Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê destpêkir. Şengalî jî ji bo nûnerên xwe bişînin encûmena parêzgeha Neynowayê ji serê sibehê ve diherikin ser sindoqan.

Şengal – Îro di saet 07.00’an de hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê destpê kir. Xelkê Şengalê û di serî de jin jî ji serê sibehê ve ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên li encûmena parêzgeha Nînowayê diçin ser sindoqan.

Saziyên Şengalê, rêveberiyên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser jî bi komî diçin ser sindoqan.

Li gorî agahiyan Şengalî wê li 81 navendên cûda bikarin dengê xwe bikarbînin. Mafê 123 hezar û 290 kesên li nifûsa Şengalê tomarkirîne dengê xwe bikarbînin. Di nava van de koçberên Êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê jî hene.

16’ê Kanûnê di hilbijartina taybet de artêş, polîs û koçber çûn ser sindoqan. Li gorî agahiyên ne fermî rêjeya Êzidiyên li kampên Herêma Kurdistanê çûne ser sindoqan kêm bûye û di derdora sedî 23’ê de bûye. Li gorî encama fermî ya Komîsyona Bilind a hilbijartinên Iraqê jî rêjeya beşdarbûna hilbijartina taybet ya parêzgeha Mûsilê sedî 75 bûye.

Heya van kêliyan hilbijartin li Şengalê di hewayeke aram de derbas dibe û gel bi coş diçin ser sindoqan. Hêjmareke zêde ya gel li Meclîsa Gel ya Şengalê jî kom bûne û kom bi kom diçin ser sindoqan.

Li bi taybet li Tilizêr û hinek deverên din, artêş destûr nade ragihandin dîmenan bikişînin û hilbijartinê bişopînin.

Rêveberiya Xweser û PADÊ jî bi 4 namzetan ji lîsteya tifaqa 134 ya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinê dibe û namzetê di rêza yekemîn de dixwazin derbixin jî Qasim Keşko yê ji Zoravaya Şengalê ye.