Li Lîbyayê keştiya koçberan noqî avê bû

Hat ragihandin ku li peravên Lîbyayê keştiya ku 86 koçber tê de bûn noqî avê bû û 61 kes jî winda bûne.

Navenda Nûçeyan-Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Deryaya Spî ya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Flavio Di Giacomo ragihand ku li peravên Lîbyayê di encama binavbûna keştiyeke koçberan de 61 kes winda bûne.

'Îsal zêdeyî 2 hezar û 250 kesan jiyana xwe ji dest dan'

Berdevk Flavio Di Giacomo, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X de ragihand ku di encama keştiya koçberan a ku bi 86 kesan ji bajarê Zuara yê Lîbyayê ber bi Behra Spî ve diçû, 61 kes winda bûn û wiha got: “ Li navenda Behra Spî îsal zêdeyî 2 hezar û 250 kesan jiyana xwe ji dest dan. Mixabin ev hejmara dramatîk eşkere dike ku ji bo rizgarkirina jiyana li deryayê têra xwe nayê kirin.”