Îsraîlê êrîşê dêrê kir 2 jinan jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîle ya li ser dêra Xirîstiyanên ku li Xezayê xwe spartinê, de dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 19 hezar. Hat diyarkirin ku li dêra katolîk a li bakurê herêmê ji roja destpêke a şer ve gelek sivîlên ku piraniya wan Xirîstiyan rastî gulebaranaê hatine, patrîka Latin a Qudusê, di bicihbûna dêra pîroz a malbata Layin de yek ji dayik û keça xwe ji aliyê sekvanek ê Îsraîlî ve hatiye kuştin.

Patrikiya Latin a Qudusê li ser hesabê X di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Du jinên Xirîstiyan duh di 16'ê Kanunê de li cihe ku lê diman dema dimeşiyan ji aliyê sekvanê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêyî dayik û zarok hişyar bikin gule bera wan dane û wiha hat gotin: "Di nava sînorên îbadetxaneyan de tu şoreşger nîn e, bi aweyek hovane hatin kuştin. Yek jê dema ku xwest biçin cihê bi ewle rasti êrîşê hatine. 7 kes ji dema ku hewl didan dêrê biparêzin, di encama gulebaranê de birîndar bûn."

‘Artêşa Îsraîlê fosfor bi kar aniye’

Parlamentera Partiya Demokratîk a Lîberal a Îngîltereyê Leyla Moran ragihand ku gelek mirovên wê di dêrê de asê mane. Leyla Moran da zanîn ku di heman demê de artêşa Îsraîlê fosfora spî bi kar aniye.