Talîban hevpeyvîna bi jinan re qedexe kir
Li Helmand a Afganîstanê, ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hat astengkirin ku rojnamevanek bi jinan re hevpeyvîn bike. Bi gotina "Ji jinan dûr bisekine" gef li rojnameger hat xwendin.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Helmenda Afganîstanê Talîbanê qedexe kir ku rojnamegeran bi jinan re hevpeyvîn bikin û gef li rojnamegeran xwarin.
Rojnamegerekî li herêmê ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê wî bidin diyar kir ku biryara rêveberê rewşenbîrî û rewşenbîrî Meulwî Mihemed Qasim Riaz ji wan re hatiye ragihandin. Rojnameger her wiha diyar kir ku nûçeyên ku dixwestin der barê xebatkarên nexweşxaneyê û nexweşan de bidin ji aliyê rayedarên Talîbanê ve bi bertekeke tund hat astengkirin û piştre li ser numaraya xwe ya WhatsAppê bi nivîsa "Ji jinan dûr bisekinin" peyama gefxwarinê girtiye.
'Mafê jinan nîn e'
Rojnamegerê diyar kir ku bi vê pêkanînên Talîbanê dixwazin dengê jinên li Helmandê bitepisînin û wiha bertek nîşan da: "Êdî qîmeta azadiya jinê û mafên jinan nemaye. Ger destûr nayê dayîn ku jinek hevpeyvînê jî bike em nikarin qala mafên jinan û mirovan bikin."