Tabassom Jamalpoûr a ku hat girtin rastî êrîşa zayendî hat

Tabassom Jamalpoûr a ku wêneyekî bê hicab li ber meclîsek olî parve kir hat girtin, rastî lêdan û êrîşa zayendî hat.

Navenda Nûçeyan- Li gor ‘Atlasa Girtîgeha Îranê’ çalakvan û mûxalîf Tabassom Jamalpoûr piştî ku di 8’ê Tirmehê wêneyek bê hîcab li ber meclîsek olî parve kir, hat girtin û rastî êrîşa zayendî hat.

Li gorî vê raporê, hêzên ewlehiyê piştî girtina Tabassom Jamalpoûr gotin, “Divê tu wek wêneyê belav kir xwe tazî bikî” û piştre bi tundî çalakvan tazî kirin.

Tabassom Jamalpoûr, piştî ku sewqî qawîşa 209’an a Girtîgeha Êvînê hat kirin, bi rojan li pey hev hat lêpirsîn kirin û 16’ê Tîrmehê sewqî Qawîşa Jinan a Êvînê hat kirin. Tabassom Jamalpoûr bi “tiştên pîroz biçûk xistin” “gendelî û fuhuşê” hat sûcdar kirin.

Seth Tabassem Jamalpoûr a 20 salî, di fîlmên "Red Lock" û rêzefîlma "Convixts" de wek lîstikvan cih girt.