Serdanên şandeya jinên Bakûrê Kurdistanê berdewam dike

Şandeya jinên Bakûrê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û çalakvanên jinan pêk tê, di berdewamiya serdanên xwe ê bi mebesta çareserkirina pirskirêkên jinên li Başûrê Kurdistanê, serdana jinên Zehmetkêşan a Kurdistanê kir.

Silêmanî- Şandeya jinan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û hevşeradar, rêveberên TJA’yê çalakvanên mafên jinan ku ji perlementera bajarê Sêrtê Sabahat Erdoxan, heseroka şaredariya Silopya Edalet Çîmen, berpirsa Rêxistina Jinan Gulbihar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar, endama Meclîsa jinan a HEDEP’ê Gulbihar Aksoy pêktê, di 29’ê Mijdara 2023’an de serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şande bi sazî û nûnerên jinan yên Başûrê Kurdistanê re dicivin. Di vê çarçoveyê de şandeya jinan, li Silêmaniyê îro serdana jinên Zehmetkêşan ya Kurdistanê kir.

Di civînê de behsa hemahengiya bi hevre ya li ser mijarên jinan hate kirin û hate gotin ku partiyên siyasî rê nadin jin pêşbikevin û pirsgirêk werin çareserkirin.