RJAK: Bi hêza jinên şoreşger em ê Rêber Apo bi fizîkî azad bikin

Rêxistina jinên Azad a Kurdistanê RJAK û jinên Kerkukê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku komploya navneteweyî ne tenê li ser Rêber Apo bû, heta niha jî li ser tevayî jinan berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê û jinên Kerkukê bi boneya salvegera 9’ê Cotmehê komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Divê jin xwe li ser felsefe û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan xwe bi rêxistin bikin û têbikoşîn.”

Di daxuyaniya RJAK’ê û jinên Kerkukê de wiha hat gotin: “Ev nêzî 25 salan zêdeyî 30 welatan komployek navneteweyî li dijî gelê Kurd  biryara girtina Rêber Apo dan. Bi awayekî ji tevayî zagonên navneteweyî dûr, ev karê dijiminan e li hemberî tevgera azadixwazên gelê Kurd bû. Ji ber welatên serdest û welatên herêmê ji bo berjewendiyên xwe hebûna tevgera azadiyê weke metirsî dibînin, cihê kêfxweşiyê ye ku dijmin şikest û roj li pey roja din tevgera azadîxwazên PKK’ê berfireh û bihêztir bû. Em 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Ji bo rêxistinkirina jinan pêwîst e em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin bikin.”

‘Hûn bi zagonên xwe nikarin pêşî li daxwaza azadî û hişyariyê bigrin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin dijmin dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bikin û wiha domand: “Dijminên serdest bi komploya 9’ê Cotmehê wisa plan dikirin ku wê Rêber Apo ji me dûr bixin lê belê tu hêzek nikare fikir û felsefeya Rêber Apo ji me dûr bixe. Bi taybetî em weke jin bersiv didin û em dibêjin hûn bi zagonên xwe nikarin rêgiriyê li daxwaza azadî û hişyariya jinan bikin. Di komploya navneteweyî a 9’ê Cotmehê de dema ku Rêber Apo bi awayekî dijmirovane revandin, ev ne tenê komployek li hemberî gelê Kurd bû, armanc tunekirina pergala netewa demokratîk li Rojhilata Navîn bû. Her wiha dewletên serdest û herêmê xwestin Kurdan tune bikin.”

‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo kilîta çareseriya doza hemû gelan û jinan e’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke ku diyar e ev alozî û şerê li Rojhilata Navîn bi aqilê netew dewletê rû dide. Çareseriya van alozî û nakokiyên li Rojhilata Navîn di çarçoveya xeta sêyem a netewa demokratîk de xwe bi rêxsitin kirine. Wek jin  daxwaza me ew e ku ev tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo kilîta çareseriya doza hemû gelên herêmê û bi taybetî jinan e. Piştî 25 salan dîlgirtina Rêber Apo, plana dagirkeriyê pûç kir. Bi hêza jinên şoreşger em ê Rêber Apo bi awayek fizîkî azad bikin.”