RAWA: Jinên Efgan bi jinên Kurd re xwedî yek doz e

Komeleya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) derbarê êrîşên Îran û Tirkiyê de ji KJAR’ê re nameyek şand û da diyarkirin ku têkoşîn û şoreşa jinên Kurd ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) ji KJAR’ê re nameyek şand. Rêxistina RAWA di destpêka peyama xwe de ji ber êrişên rejîma Îran û dewleta Tirk yên ser gelê Kurd hevsoziya xwe bi KJAR’ê re nîşanda û êrişan bi tûndî şermezar kir. RAWA’yê di peyama xwe de ragihand ku têkoşîn û şoreş jinên Kurd ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê.

‘Em bi jinên Kurd re xwedî yek doz in’

Di dewama peyamê de wiha hate gotin; “Emê weke jinên Efgan û Kurdistanê li dijî êrişan xebata hevbeş ava bikin. Cara yekem nîne ku dewleta faşîst ya Tirkiyeyê êriş dike. Bi salane Gelê Kurd dike hedef û jinên têkoşerên Kurd şehîd dixe. Lê welatên cîhanê ti helwestek nîşan nadin û beramberî vî sucî bêdengiyê hilbijartine.

Jinên Efgan bi jinên Kurd re xwedî yek dozin, ji bo vê em piştgiriyê didin têkoşîna jinên Kurd ya dijî zilm û dagirkeriyê. Em darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin şermezar dikin.”