‘Ragihandin bandorê li jin û ciwanan dike’

Mamosteya masterê ya beşa ragihandinê û pispora perwerdeya ragihandinê Şenge Dilêr diyar kir ku divê bi semîner û panelan jinên di karê ragihandinê dixebitin der barê rola xwe de bibin xwedî agahî û bi rola xwe rabin.

NÎHAYET EHMED

Silêmanî - Di van demên dawî de li herêma federal a Kurdistanê û bi taybetî ragihandina girêdayî desthilatdariyê ji bo bala jin û ciwanan ji ser qeyran û pirsgirêkên heyî bide alî; jinan tenê weke rol medel derdixe ser dikê.  Pispora perwerdeya ragihandinê der barê bandora ragihandinê ya li ser jin û ciwanan de diyar kir ku di van çend salên dawî de ragihandin bi awayekî bi lez bandorê li civaka Kurd dike û got: “Civak û kesên di ragihandinê de kar dikin, ji bo vê pêşketinê xwe amade nekirine. Ji ber wê niha bandorê li ser jin û ciwanan dike, nizanin şêwazên ragihandinê çawa bi kar bînin, perwerdeya  li ser çawaniya sûdgirtina ji ragihandinê nabînin. Ev jî bandorek xirab li ser kesan û civakê çêdike.”

‘Desthilatdarî ji bo mejiyê civakê belav bike jinan weke rola medel bi kar tîne’

Şenge Dilêr diyar kir ku niha di nava civakê de hinek xwe weke foto model didin diyarkirin, karê modeltiyê dikin, di ragihandina dîjîtal û ragihandinê de tên ser dikê û wiha got: “Niha rewşa darayî ya malbatan xirab e, nikarin daxwazên zarokan bi cih bînin. Li pişt piraniya derketina van modelan de desthilatdarî heye. Desthilatdarî dixwaze bi van rol modelan ciwanan bê mêjî bike ji bo ku agahiya wan ji qeyran û pirsgirêkên desthilatdariyê çênebe.”

‘Nîşandana rastiya hêza jinan di warên cuda de erka ragihandinê ye’

Şenge Dilêr destnîşan kir ku di nûçeyên kuştina jinan de ragihandin bi awayekî ji rêzê nêz dibe û got: “Çêkirinê de nîşan nedin. Ji ber hêza wê ji vê gelek zêdetir rola wê rêveberiyên û dam û dezgahan de heye. Ez di wê baweriyê deme ragihand jina wisan nîşan bide ku bikare xwe li ser lingê xwe bigre. Ne tenê jin di aliyê fizîkî de nîşan bidin. Her wiha divê semîner û panel derbarê bilindkirina asta hişyarî û karkirina di ragihandinê de bidin jinan û kesên şaraza û pispor bi erkê xwe rabin, da bandorek nerênî li ser jin û ciwanan neke.”