Li Rojavayê Kurdistanê bi coş Newroz tê pîrozkirin

Li seranserî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi coşek mezin pîrozbahiyên Newrozê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Li seranserî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye coşa Newroza 2024’an berdewam dike. Îro jî li gelek herêma pîrozbahiya Newrozê hate li darxistin û agirê Newrozê hate pêxistin.

Tirbespiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan ya li navçeya Tirbespiyê a kantona Cizîrê şahiyek ji bo dayikên şehîdan hate li daxistin.

Şahî li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna dehan xizmên şehîdan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. piştra li ser navê meclisa malbatên Şehîdan a navçeyê Xerma Elî axivî.

Xerma Elî bal kişand li ser Newroza 2024’an a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocelan û wiha got: ez di serî de Newroza Rêber Abdullah Ocalan û li tevhaî gelan pîroz dikim. Newroza îsal wê bibe azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Di dawiyê de meclisê diyarî dan dayikên şehîdan û bi pêxistan agirê Newrozê û gerandina dîlananê şahî dawî bû.

Şêran/Kobanê

Li naveya Şêran ya Kobanê newroz bi dîlan û stranan hate pîrozkirin.

Di pirozbahiyê de dirûşmeya; ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate berzkirin û bi amadebûna gelê Şêranê Newroz hat pîrozkirin. Gelê navçeyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî şahiyê bûn û şahî li pêşiya şaredariya navçeyê hate pîrozkirin.

Agirê Newrozê ji aliyê malbata Şehîdan ve  hate pêxistin û piştre ji bo biranîn û hurmeta şehîdan, deqeyekê rêz hate girtin. Di pîrozbahiyê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Bedîa Miho axivî û  Bedîa Mihoyê  Newroza hemû gelê Kurd, Rêber Apo,  gerîlayên azad û malbatên Şehîdan pîroz kir.

Piştî axaftinan li dora agirê Newrozê govend hate gerandin û şahî bi stranan û xwendinan helbestan bi dawî bû.

Tebqa

Li bajarê Tebqayê bi beşdarbûna bi hezaran kesî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.

Li bajarê Tebqayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Pîrozbahiya ku bi sedan kes bi cilên û bergên xwe yên neteweyî tevlê bûne, li stadyuma Yekitiya Werzîşê ya li bajar tê lidarxistin.

Meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve hat pêxistin û bernameya çalakiyê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de dê peyam ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê ve werin dayîn. Piştre dê çalakiyên hunerî û çandî li dar bikevin.