Hunermend Aynur Dogan: Keça Kurdan êdî emanetê we ye

Hunermend Aynur Dogan ji bo strana bi navê ‘Kaç Kurdan’ ku demekê dihat xwestin li studyo û ser dikê were gotin, diyar kir ku ji aliyê Şivan Perwer ve hatiye qedexekirin û got: “Keça Kurdan êdî emanetê we ye!”

Navenda Nûçeyan- Hunermend Aynur Dogan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyama hunermend Şivan Perwer bi riya Hakan Akay jê re şand weşand. Di peyamê de ji bo 50 saliya hunermendiya Şivan Perwere Aynur Dogan li daxwaza wî venegeriya gelek xemgîn bûye û êdî destûr neda Aynur Dogan strana ‘Keça Kurdan’ li studyoyê û ser dikê bibêje, heta 15’ê Sibata 2024’an xwest ku stran ji hemû platformên videoyê were rakin. 

‘Demek xwestin were qedexekirin lê bi ser neketin’

Aynur Dogan parvekirinek bi sernavê ‘Ji bo Keça Kurdan daxuyaniyek neçar’ li ser hesabê medyaya dîjîtal parve kir wiha got: “Keça Kurdan êdî ji bo me ne tenê stranek e; rîtma azadî, aştî, hezkirin, têkoşîna hevpar, coşa piştevaniyê û govenda me ya bi hev re ye. Dengê jinên Kurd, ji çandên cuda jin tên ba hev mejiyê civakê yê ava dike ye, bi bîrxistina pêwistiya me ya bi hev re ye, rabûna hafizeya me bû. Ji bo me wateyên hê cudatir e… Demekê xwestin were qedexekirin, ceribandin lê bi ser neketin. 

Lê belê vê carê, ji xeynî rastiyên di peyama xawarê de gotina min ya Keça Kurdan hatibû qedexekirin. Di demekê gelek kin de ji bo ez bejdarî organîzasyonek ya konserekê bibim daxwazname hate ji min re. Ji ber bernameya min tije, ez bejdar nabin ji aliyê din re hate gotin, tîma me weke alternatif vîdeoyek ku sûdê bide projeyê pêşkêş kir.”

‘Keça Kurdan êdî emanetê we ye’

Aynur Dogan da zanîn ku ji ber tijebûna bernameyê ji bo daxwazên ku hatine kirin nebûye bersiv, li hemberî sensura ku pêk anîn nirxandina wê ji guhdaran re ye û got: “Ev xala hatine, rêzdariya min ya ji bo guhdarvên min, min neçarî vê daxuyaniyê kir. ‘Keça Kurdan êdî emanetî we ye!”

‘We mamoste gelek xemgîn kir’

Hakan Akay li ser navê Şivan Perwer di nameya ku ji Aynur Dogan re şand de wiha got: “…Shahram Nazerî di serî de Kamkar, Ahmet Guneştekîn, Zara û bi peyama gelek hunermendên girîng ji bo mamoste Şivan bûn çavkaniya moralê. Lê belê ji Aynur Dogan tu bersivek negirtin mamoste gelek xemgîn kir. Vê rewşê weke bêrêziyek mezin dinirxîne.”

Xwest gotina strana Keça Kurdan were jêbirin

Di berdewamiya peyama mijara gotinê de, Aynur Dogan di encama erêkirin û daxwaza Şivan Perwer de gotina strana Keça Kurdan xwest ji hemû platformên videoyê were rakirin û ev tişt anî ziman:

“ Ji îro şûnde em destûr nadin strana Keça Kurdan ji aliyê Aynur ve ne di studyoyê de ne jî li ser dikê were gotin. Em daxwaz dikin ji derveyî albuma bi heman navê ji Kalan Muzîk derket hemû stranên Keça Kurdan ji hemû audio û You Tube di serî de ji hemû platformên videoyê heta 15’ê sibata 2024’an werin rakirin. Kenalên din ên ku me projeyên hevpar bi hev re kirine, sazî jî hebin li ser wê bi heman awayî em daxwaz dikin heta 15’ê Sibatê were rakirin.

Em dixwazin hûn bizanibin heta dîroka 15’ê Sibatê hemû audio û parvekirinên video You Tube heta dîroka 15’ê sibatê neyên rakirin wê li ser binpêkirina mafan rakin. Ji ber vê berpirsyariya platformên we yên dijîtal ji van binpêkirina mafan bi bandor bûne ji 15 Sibatê şûnde aydê we ye.”