Konferansa Aştiyê: Divê tecrîd rabe Abdullah Ocalan tevli pêvajoyê bibe

Şaxa ÎHD’a Amedê encamnameya konferansa aştiyê ku di 16-17’ê Adarê de bi dirûşma ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar xist eşkere kir.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 16-17’ê Adarê de “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” li dar xist. Komeleyê encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên ÎHD’ê tevli daxuyaniyê bûn.

Huseyîn Kuçukbalaban beriya daxuyaniyê axivî û Newroza gelan pîroz kir. Piştre jî serokê şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz encamname xwend.

‘Feraseta xwe ya yekperest didomîne’

 Ercan Yilmaz, anî ziman ku mafên kolektîf ên gelê Kurd ji hêla dewletên li ser xaka wan ve nayên naskirin lewma êdî pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî. Ercan Yilmaz diyar kir ku Komara Tirkiyeyê bi sedan salan feraseta xwe ya yekperest didomîne û ev tişt got: “Ev feraset, hemû nasnameyên ji derveyî xwe tune dihesibîne û polîtîkayên pişaftinê li ser gelan ferz dike. Vê yekê jî her dem pêşî li ber demokratîkbûna komarê girtiye. Diviyabû dîroka komarê, dîroka demokrasî û piranîparêziyê bûya lê veguheriye tunehesibandina kêmaran, bûye dîroka derbe, OHAL û hwd.” 

‘Ji bo çareseriyê gevek rast nehat avêtin’

 Ercan Yilmaz, di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd sepanên antîdemokratîk hatine kûrkirin û wiha domand: “Ev nêzî 40 salan e di navbera PKK û dewletê de şerekî dijwar heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd car bi car hewldan çêbûn lê polîtîkayên rasteqîn nehatin raberkirin. Herî dawî di navbera 2013-2015’an de ‘Pêvajoya Çareseriyê’ dest pê kir, şer sekinî û civak heta astekê rehet bû. Lê ji ber ku mekanîzma û sererastkirinên qanûnî nehatin kirin, ji 24’ê tîrmeha 2015’an ve şer dijwar bûye hê jî didome. Ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd; di nava van 8 salan de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, maf hatin binpêkirin û otorîterbûneke mezin çêbû. Sepanên qeyûman ketin meriyetê, hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bandora wî ya di çareseriya meseleya Kurd de ji hêla dewletê ve jî tê zanîn ên bi malbat û parêzeran re hatin astengkirin û zemîna guftûgoyê bi temamî hat tunekirin.”

‘Pirsgirêkên ku ji ber tunebûna aştiyê çêbûne’

 Ercan Yilmaz wiha got: “ÎHD, pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka mafên mirovan demokrasiyê dinirxîne û di vê çarçoveyê de li çareseriyê digere. Weke ku tê zanîn aştî; pêvajoyeke dirêj û zehmet e. Ji bo her kesê jî pêdivî ye. ÎHD, ji bo çareseriya meseleya Kurd li ser bingeha mafan xebatan dimeşîne û encamên wê jî bi muxatabên wê re parve dike. ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştî’ jî xebata wê ya nûjen e. Konferansa Aştiyê; ji bo peydakirina çareseriyan hatiye lidarxistin.”

Yilmaz, sernavê mijarên ku di konferansê de hatine nîqaşkirin rêz kir û got ku ev mijar bi awayekî hûr û kûr hatine nîqaşkirin.

Ercan Yilmaz, di vê çarçoveyê de pirsgirêkên ku rê li ber pêknehatina aştiyê vedikin wiha rêz kirin:

*Avanekirina bingeha diyalogê ya partiyên siyasî ya têkildarî çareseriya meseleya Kurd.

* Di meseleya Kurd de helwesta bi îsrar a bikaranîna nêzîkatiyên ewlehiyê û rêbazên leşkerî

* Bandora astengkirinê ya polîtîkayên tundiyê yên li ser afirandina bingeha aştiyê.

* Polîtîkayên tecrîdê yên ku nahêlin Abdullah Ocalan ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî girîng e tevli pêvajoyê bibe.

* Ji aliyê partiyên desthilatdariyê ve li cihê çareseriya pirsgirêka Kurd berjewendiyên siyasî yên demkurt tên tercîhkirin.

* Di hewldanên têkildarî çareseriyê de tevgera bêyî ku amadekariyên destpêkê bike û çarçoveyeke qanûnî ava bike.

* Asayîbûna gotinên ku tundiyê rewa dikin û diyarkirina polîtîkayên heyî

* Ligel asta siyasî ya pirsgirêka Kurd paşguhkirina perspektîfên mafên mirovan

* Kêmasiyên civaka sivîl ên di tevlibûna pêvajoyên têkildarî daxwaza aştiyê de hatin nirxandin.

Di konferansê de pêşniyarên çareseriyê bi vî awayî hatin rêzkirin:

* Ji bo ku pirsgirêka Kurd di şert û mercên azad de were nîqaşkirin, di serî de azadiya îfadekirinê divê astengiyên li pêşiya mafên sereke û azadiyan bên rakirin.

* Divê mekanîzmayeke guftûgoyê ya ku bingeha muzakereyên di navbera aliyan de amade dike were avakirin; ji bo rewşa aştiyê jî hewcehî bi bidawîkirina pevçûnan heye.

* Partiyên siyasî divê têkildarî çareseriya meseleya Kurd niyet û bernameyên xwe eşkere bikin.

*Ji bo Abdullah Ocalan mudaxilî pêvajoyê bibe divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn.

* Divê Destûreke Bingehîn a bingeha xwe ji mafên mirovan û piranîparêziyê digre û ya sivîl tavilê bikeve rojevê; rola Destûra Bingehîn a di lihevkirina civakê de bê pêşxistin.

*Divê sepanên ku mafên bijartin û hilbijartinê yên Kurdan ji holê radikin bên bidawîkirin.

* Divê astengiyên ku rê li ber rêxistinên civaka sivîl û baroyan digre ku ji bo çareseriyê rola xwe bilîzin bên rakirin û bikaribin mîna Konferansa Aştiyê û xebatên berfireh li dar bixin.

* Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên demokratîk divê astengiyên siyasî yên li pêşiya Kurdan û siyasetmedarên muxalîf bên rakirin; pêşiya siyaseta sivîl were vekirin.

* Divê tevahiya astengiyên di her warê jiyanê de yên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û girîngiya Kurdî ya di çarçoveya meseleya Kurd de esas bê girtin.

*Di çareseriya meseleya Kurd de divê tecrubeyên çareseriyê yên cîhanê esas bên girtin û Tirkiye ji bo çareseriyê mekanîzma û çarçoveyeke qanûnî amade bike.

* Divê di hemû xebatên ji bo aştiyê de wekheviya jin û mêr hebe û astengiyên li pêşiya tevlibûna jinan bên rakirin.

* Divê di navbera civakên ku bûne mexdûrên şer de piştevaniya navneteweyî were xurtkirin.”