Jinên ku ji ber aştî xwestin hatibûn girtin hatin berdan

Di 1’ê Îlonê roja cîhanî ya Aştiyê di nav de 95 jin 100 kesên xwestin beşdarî çalakiya li Kadikoy were lidarxistin bibin, bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji doza ku jê dihatin darizandin bereat kirin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Aştî û Demoqrayiya kedê ya Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê roja cîhanî ya Aştiyê di sala 2022’an de li qada Îskele ya li Kadikoyê bi dirûşma ‘Şer dide windakirin, aştî dide qezenc kirin’ çalakiya li darxistin 95 jê jin 100 kes hatin binçavkirin.

Derbarê kesên ku hatin binçavkirin de bi îdeaya ‘muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan û ji ber xwe ve belav nebûne’ doz hate vekirin û darizandin hate kirin. Di doza li 17’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Anadoluya Stenbol hatî dîtin de, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryara berdana 100 kesan da.