Jinên Tûnisê bi bernameya radyoyê hişmendiyê ava dikin

Bernameya radyoyê ya bi navê ‘Em Jin in’ ku yekemîn bernameya femînîst a li Nabeula Tûnisê ye, ronahiyê dide ser pirsgirêkên jinan û di heman demê de tê armanckirin ku der barê jinan de hişmendiya civakî ava bike.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Li Tûnisê bi bernameya radyoyê ya bi navê "Em Jin in" ango "Nous les Femmes", armanc ew e ku dengê jinên Tûnisî, bi taybetî jî jinên Nabeul bilind bibe, pirsgirêkên wan werin nîqaşkirin û mafên xwe daxwaz bikin. Dêrhenera Weşana Giştî û rojnameger Hadamî Bouchîba, diyar kir ku komek rojnamegerên jin bi armanca ronîkirina pirsgirêkên jinan û destkeftiyên wan dest bi bernameya radyoya "Em jin in" kirine û wiha got: "Tercubeya min a radyoyê 3 sal berê bi Radyo CAP FM’ê re dest pê kir. 'Al-Watan Al-Qibli' ya di dîroka 24’ê Adara 2012’an de hat damezrandin, yekem stasyona radyoya herêmî ya Nabeulê ye.”

Hadamî Bouchiba, diyar kir ku fikra bernameya radyoya “Em Jin in” bi daxwaza pêşkêşkirina bernameyeke têkildarî jinan çêbûye û wiha got: “Me tirsa neserkeftin jiya. Em ê di weşana zindî ya du saetan de çi pêşkêş bikin? Pozîsyonên ku em pêşkêşî jinan bikin çi ne? Em ê segment û demê çawa organîze bikin? Min dest bi amadekirina raporan kir û der barê vê mijarê de îstatîstîkan çêkir. Ez matmayî bûm ku li Tûnisê têkildarî jinan bernameyeke neteweyî tune ye lewre ez pêbawer bûm ku pêşkêşkirina bernameyeke femînîst wê fikreke serkeftî be.”

‘Çend sal in em bernameyan pêşkêş dikin’

Hadamî Bouchiba, têkildarî hûrgiliyên bernameyê agahiyan da û axaftina xwe wiha domand: “Beriya du salan me rojê 2 saetan bernameyên têkildarî mijarên li bajarê Nabeul û bi taybetî jî li herêma Hammametê pêşkêş dikir. Me bi pêşkêşkirina beşên wek 'Azadiya Tûnisê' û 'jiyana Azad' dest bi weşanê kir. Piştî vê bernameyê şahidiya berfirehbûnek berbiçav kir. Di destpêkê de wiha bû. Bernameyên bi vî rengî, li ser guhdaran bandoreke mezin çêdikin. Guhdar meraq dikin ka em çima tenê der barê jinan de bernameyan çêdikin. Lewre mijarên ji aliyê ekîba bernameyê ve dihatin pêşkêşkirin, tenê ne jinan, di heman demê de mijarên me zarok, kesên temenê wan mezin û mêran jî eleqedar dikirin. Mêvanên weke aktivîstên civaknas, aborî, siyaset û mafên jinan jî beşdarî bernameyê dibûn.”

‘Xwekuştin hevberdan tundî û gelek pirsgirêkên din bandorê li gelek jinan dikin’

Hadamî Bouchiba, destnîşan kir ku xwekuştin, hevberdan, tundî û gelek pirsgirêkên din bandorê li beşeke mezin a jinan li Nabeul û bajarên din ên hundir dike û anî ziman ku ev hemû mijar çavkaniya rastîn a bernameyê pêk tînin. Hadamî Bouchiba, wiha got: “Ev hemû mijar ji bo pêşxistina fikrên bernameyê motîvasyonek bû, me xebatên qadê tercîh kir. Me serdana bajar û gundewarên parêzgehê kir û mijarên me li ser îfadeya zindî ya 4 an jî 5 jinan bûn. Mijarên ku wek bihayên bilind, perwerde û hevberdanê rasterast bi bandor dike vegotin. Di destpêka rêwîtiyê de ekîba bernameyê rastî hîn astengiyên weke kêmbûna rojnamegeran hat. Ekîb tenê ji du rojnamevanên ku ji pêşkêşkirina rojane ya bernameyê berpirsyar in pêk dihat. Her wiha ji bo pêşkêşkirina materyalên çapemeniyê yên xwedî naverokek baş û cuda, dema ji bo sibê plan dikirin bi saetan xebitîn.”

‘Du saet têra axaftina hemû mijaran nake’

Hadamî Bouchiba, da zanîn ku 2 saet têra axaftina hemû mijaran nake û wiha got: “Me di qonaxeke din de biryar da bernameyê saetek din dirêj bikin. Me ji guhdaran daxwazek mezin girt û eleqeyeke mezin pêşkeşî bernameyê hat kirin. Me destpêkê li Nabeul û piştre li seranserê welat bertekên baş girt. Destpêkê bernameyê me yê bi navê 'Tenê Ji Bo Jinan' pêşkêş kiribûya lê piştre me got 'Hûn Jin in' û herî dawî jî me biryara navê 'Em Jin in' da. Me ewil bernameyeke wiha da destpêkirin û piştre gelek bernameyên bi vî rengî derketin holê. Piraniya bernameyan ji aliyê ekîba me ya bernameyê ve hatin teşwîkkirin. Tiştekî pir xweş e ku ji bo ragihandina dengê jinan gelek platformên medyayê hebin. Çi li bajar bin, çi li gund bin, bila pirsgirêkan nîqaş bikin û girîngiyê bidin hemû serkeftinên xwe.”

Gelek beş di nava bernameyê de hene

Hadamî Bouchiba, diyar kir ku bername her roj di saet 12.00-14.00’an de tê çêkirin û wiha axivî: “Di bernameyê de beşeke me ya derûnînas an jî pisporên tibê ku aliyên fizîkî û derûnî yên jinan û komên ji temenên cuda ronî dike heye. Di beşa 'Astengiyên Tûnisê' de, bi tevlibûna lêkolînerên jin ên di qadên civaknasî de û  şêwirmendên xizmeta civakî re, diyardeyên civakî tên analîzkirin. Ji bilî beşa 'Çîrokên Serkeftinê', beşa 'Fondue' ya ku balê dikşîne ser adet û kevneşopiyan jî heye."

‘Destpêkê jinan nexwestin di medyayê de cih bigrin û li ser pirsgirêkên xwe biaxivin’

Rojnameger û amedekara bernameya "Em Jin in" Nourhan Bakkar jî wiha got: "Ev du sal in ez li ser vê bernameyê dixebitim. Tenê du rojnamevanan amade dikirin, piştre min bi tena serê xwe dest pê kir. Ez destpêkê rastî zehmetiyan hatim lê bi teşwîqa hemû kesan destpêkê min amadekariya materyalên çapemeniyê yên bi naverokên têkildar armanc kir. Di 3 mehên destpêkê de jinan red kirin ku di medyayê de cih bigrin û li ser pirsgirêkên xwe biaxivin lê her ku dem derbas bû ev fikir derket holê.”

Nourhan Bakkar, der barê hilbijartina materyalên çapemeniyê de wiha got: "Her paragraf çi aborî, çi çandinî, çi siyaset, çi civak, çi çand be, ji bo nîqaşkirina mijareke jiyanê hatiye cudakirin. Piştî ku rojnameger mijarê hildibjêrin, îfadeyên zindî yên jinan kom dikin. Di rastiyê de Komeleya Jinan a Demokratîk û Wezareta Jinan jî bi me re di nava piştevaniyê de bûn. Di encama erka xwe ya amadekar de, destpêkê ez bi mêvanên jin ên ku hinek ji wan tên studyoya radyoyê û hinek ji wan jî bi me re têkilî datînin re sohbet dikim. Jinên ji hemû qadên jiyanê dikarin li me bigerin.”