Li Hewlêr û Dihokê lehî: Yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Hewlêrê yê herêma federal a Kurdistanê û Dihokê ji ber lehiyê yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li herêma federal a Kurdistanê bajarê Hewlêrê û Dihokê, şeva 18’ê Adarê barana zêde bû sedema felaketê. Ji ber lêhiyê gelek mal û cihên kar di bin avê de man, xisara madî çêbû. Li hinek cihên Zaxoyê jî lehî rabû.

Yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber lêhiyê li Dihokê 2 kesên di nava wesayîdê de asê man jiyana xwe ji dest dan. Hat eşkerekirin ku di dema lehiyê de zarokek 12 salî ket çaleke ku ji ber baranê çêbûbû, ji ber ku dîrekên hatin xwarê kehrebeyê pê girt û jiyana xwe ji dest da.

Li Dihok û Hewlêrê betlane hat îlankirin

Hişyarî hat kirin ku wê heta 21’ê Adarê roja Pênşemê baran berdewam bike. Waliyê Dihokê Elî Teter diyar kir ku wê cihên lehî lê rabûye tehliye bikin û dê betlane be loma divê kes ji mala xwe dernekeve. Waliyê Hewlêrê Omid Xoşnav betlaneya saziyên civakî jî ragihand.