Protestoya xwendekaran a ji bo Zeren Ertaş û bûyera tacîzê didome

Li Amede xwendekar çalakiyên, protestoyî yên li dijî tacîzkirina hevalek xwe ya li kampusa Zanîngeha Dîcleyê û mirina Zeren Ertaş a li wargeha xwendekarên keçan a Aydinê, didomînin.

Navenda Nûçeyan- Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, der barê bûyera Zeren Ertaş a di 25’ê Cotmehê de li Wargeha Xwendekarên Keçik a Guzelhîsara Aydinê di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest da û bûyera tacîzê ku duh di zanîngeha wan qewimî de, li ber avahiya karên xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xistin. Gelek xwendekar beşdarî çalakiyê bûn.

Xwendekaran bênavber dirûşm berz kirin û dowîzên ku li ser wan “Jin jiyan azadî”, “Qatil KYK” û “Lihêfa we daye bû kefenê Zerenê” hildan.

Xwendekaran piştî demeka çalakiyê xwestin heta avahiya rektoriyê bimeşin. Polîsan xwendekar dorpêç kirin û meşa wan asteng kirin. Xwendekaran bi berzkirina dirûşman astengiya polîsan protesto kirin. Piştre xwendekaran di nav dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Elîf Çoban li ser navê xwendekaran daxuyanî da û ji malbata Zeren Ertaş re sersaxî xwest û bal kişand ser bûyerên li zanîngehan diqewimin û destnîşan kir ku wê ciwanên bi rêxistinkirî hesab ji kujeran û desthilatdariyê bixwazin.

Xwendekaran goint heta rektor bê cem wan dê çalakiyên xwe bidomînin.