Di roja 22’yan a êrîşên li ser Xezayê de Îsraîl ji hewa û bêjahî ve êrîş dike

Îsraîl yek ji êrîşên xwe yên herî giran li ser xezayê pêk tîne. Di dema ku pêwendiya bi Xezayê re qut bûye, her çend Îsraîl dest bi operasyona bejayî ya fermî nekiribe jî nûçeyên ji herêmê nîşan didin ku êrîş berfireh dibin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên ku Îsraîlê ji hewa û bejahî ve li ser Xezeyê daye destpêkirin di roja 22’yan de berdewam dikin. Tevî ku Îsraîlê bi awayekî fermî ragihandiye dest bi operasyona bejahî kiriye jî tê diyarkirin ku ji duh bi şev ve êrîş berfireh bûne û têkiliya bi herêmê re bi temamî qut bûye. Hat ragihandin ku di êrîşan de bi taybetî nexweşxaneyên li Xezayê ku sivîlan xwe sipartine wan derb hatiye xistin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku operasyon berfireh bûne. Îsraîl şeva borî yek ji êrîşên xwe yên herî giran li ser xezayê pêk anî. Hat diyarkirin ku hêzên artêşa Îsraîlê yên li ser sînorê bakur di "hişyariya bilind" de ne, piştî ku Îsraîlê bang li kesên li Xezayê dijîn kir ku ber bi başûr ve biçin.

Bombebarana herî dijwar

Di saetên şevê de li dijî Taxa Beyt Hanun a li bakurê Xezayê bi êrîşên obusê êrîşên dijwar hatin kirin. Piştî êrîşa bi obusê, artêşa Îsraîlê bi dijwarî êrîşî bakurê Xezayê bi taybetî Beyt Hanunê kir. Hat diyarkirin ku dengê teqînan gihîştiye bajarê Sderot ê li aliyê Îsraîlê, şêniyên herêmê diyar kirin ku êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve bombebaranên herî dijwar didomin.

Li ser sînor maşîneyên zirxî

Rojnamegerên bajarê Sderot ê Îsraîlê ku li ser sînorê Zivala Xezaye, ragihandin artêşa Îsraîlê bombebarana xwe ya bejahî ya li ser Xezayê zêde kiriye û liv û tevgera wesayîdên zirxî jî zêde bûye. Hat tomarkirin ku li bakurê Xezayê dengê teqînên dijwar hatiye bihîstin, artêşê tevahiya şevê guleyên ronahiyê avêtiye herêmê.

Îrtibata Xezayê bi cîhanê re qut bûye

Şîrketa telekomunîkasyonê ya Filistînî "Jawwal" li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û ragihand ku hemû xizmetên telefon û înternetê yên li Xezayê bi dawî bûne. Hat diyarkirin ku li herêmê ji ber bombebarana dijwar a ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin, îrtibata Xezayê bi cîhanê re qut bûye û hemû binesaziya herêmê zirar dîtiye.

Netblocks, pargîdaniyek çavdêriya înternetê ya cîhanî ya ku daneyan li ser mafên dîjîtal, ewlehiya sîber û rêveberiya înternetê berhev dike, di heman demê de di posta xwe ya li ser medyaya dîjîtal de piştrast kir ku Paltel, pargîdaniya herî dawî ya telekomunikasyonê ya ku li Xezayê di dema êrîşên Îsraîlê de xizmet dike, di heman demê de têkçûneke cidî ya pêwendiyê dît.

Ji WHO’yê banga lezgîn

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku têkiliya wan bi xebatkarên wan ên li Xezayê re qut bûye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Xezeyê têkiliya me bi xebatkar, saziyên tenduristiyê û hevkarên me re qut bûye. Em daxwaza parastina bilez a sivîlan û gihandina alîkariyên mirovî dikin."

Urdun: Şerê bejayî dest pê kir

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Safadî geşedanan li ser medyaya dîjîtal de parve kir. Di belavokê de wiha hat gotin: "Îsraîlê li ser Xezayê şerê bejahî da destpêkirin. Encama şerê bejahî yê li Xezayê dê di salên pêş de bibe felaketeke mirovî ya mezin."

'Ketina Xezayê sînordar bû'

Li gorî nûçeya Al Jazeerê Tugayên Îzzeddin el-Kassam diyar kirin ku bi artêşa Îsraîlê re pevçûnên dijwar rû didin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşa bejayî ya Îsraîlê ya li Beyt Hanun û Bureycê hat astengkirin." Di hin wêneyan de vîdyoyek hat weşandin ku tê de kêliya avêtina mûşekên Kornet li dijî artêşa Îsraîlê nîşan dide. Ji aliyê din ve televîzyona Kanal 12 ya ser bi berpirsekî Koşka Spî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ragihand ku hêzên Îsraîlî bi riya bejayî bi awayekî sînordar derbasî Xezayê bûne.

Daxuyaniya Berdevkê Hamasê

Berdevkê Hamasê Usame Hemdan di daxuyaniya xwe ya ji bo Al Jazeerê de diyar kir ku ji bo agirbest û pevguhertina girtiyan hewldan hene lê ji ber bombebarana dijwar a Îsraîlê tu hevdîtin nehatine kirin. Usame Hemdan diyar kir ku Îsraîl ji nuqteyên cuda ber bi sînorê Xezayê ve bi pêş ve diçe û got: “Eşkere ye ku wan dest bi operasyoneke bejahî kiriye, em  ji ber ku ji ber tiştên biqewimin û encamên wê bi fikar in. Em bi operasyoneke gelekî xurt re rû bi rû ne.”

Rojnameger ne di ewlehiyê de ne

Îsraîla ku li dijî Xezayê operasyonên bejahî û hewayî berfireh kirin, Îngîltereyê di nameya ku ji navenda Reuters û AFP’ê ya nevenda Franse re nivîsand de diyar kir ku wê ewlehiya rojnamegerên li Zîvala Xezayê nikaribin pêk bînin. Li gorî Reutersê, Hêza Parastina Îsraîlê (IDF) di nameya ku vê hefteyê ji Reuters û AFP’ê re şand de diyar kir ku du ajans, rojnameger di aliyê ku Îsraîl rojnamegerên Xezayê nekin hedef de daxwaza ewlehiyê kirin de wiha hat gotin: “IDK, di dema Xezayê de hemû çalakiyên leşkerî yên Hamasê hatin hedefgirtin.” IDF’ê diyar kir ku Hamas bi awayek bi qest operasyonên leşkerî nêzî rojnameger û sivîlan pêk anîne. IDF’ê di nameya ku şand de ji herdû ajansan re wiha got: “Di van şert û mercan de em nikarin temînata ewlehiya xebatên we bidin. Ji bo ewlehiyê em pêşniyar dikin hemû tedbîrên pêwîst bigrin.”

Hat diyarkirin ku ji roja şer dest pê kiriye ve heta niha li herêmê 27 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye.

Ji Filistinê ji bo hemû cîhanê ji bo Xezayê bang hat kirin

Ji aliyê rêveberiya Filistînê ve jî hat diyarkirin ku banga ji bo Xezayê li ljjneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin (NY) biryara agirbesta mayînde dilxweşiya xwe anî ziman. Xwest ku welatên cihanê guh bide vê biryarê û ji bo agirbestê zextê li Îsrailê bikin. Berdevkê Serokê dewleta Filistinê Nebil Ebu Rudeyne di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Erêkirina 120 welatan a di pêşnûmebiryarê de, dide diyarkirin ku cîhan li dijî van êrîşan û li dijî felaketeke mezin e.”

Wezîrê karên derve yê Filistînê di daxuyaniya ku der barê mijarê de dabû de diyar kir ku divê welatên cîhanê girêdayî biryara ku li NY’yê hatiye girtin bin divê Îsraîl berbirsyariya qanûna navneteweyî bi cih bîne û xwest ji bo rawestandina van êrîş û komkujiyan zextê li Îsraîlê bikin.