Çalakiya konvedanê ya li Şengalê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ ji bo bal kişandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Şengal – Di 25'ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclisên Gel ên herêma Ereba ji bo piştgrtiya bi pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî” konê çalakiyê hatibû vedan. Konê çalakiyê îro di roja sêyemîn de bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Meclisa Herêmên Ereban Xideyir Saleh ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kirin û hat ser ziman ku heya bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî ew ê têkoşîna xwe bibomînin.

Jinên Ereb û çalakvanên amade dan diyar kirin ku ew ê jî weke tevahî pêkhateyên Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bilindtir bikin.

Endama Meclîsa Jin ya Herema Ereban Xedîce Mihemed ku beşdarî çalakiyê bûbû wiha got: “Banga me ji re ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO kar bikin. Fikra ku Rêber Apo da me ne kêm e. Civak ji zihniyeta bûz girtî xilas kir. Bi navê Ereb û Êzidiyan em li vir banga azadiyê dikin. Dibe ku fîzîkî Rêberê me ne di nava me de be, lê ew di dil û mejî û jiyana me de jiyan dike. Ji ber ku em bi fikrê Rêber APO jiyan dikin û ber bi pêş ve diçin.”

‘Fikrên wî mirovahî xilas kir’

Duha Ehmed ya ku di Meclîsa Gel ya Herema Ereban de cih digre helwesta xwe ya li dijî tecrîdê wiha anî ziman: “Em îro doza azadiyê dikin, zilma ku li Îmraliyê li ser Rêbertiya me nayê qebûlkirin. Zilmekî bi destê cîhanê tê kirin. Bi navê xwe, hevalên xwe û hemû civaka Ereb banga azadiya fîzîkî ya Rêber Aapo dikim. Fikrê Rêber Apo jin û mirovahî ji koletiyê xilas kir.  Fikrekî azad û siyasî belav dike, ji bo wê jî tecrîda li ser giran dikin. Ji bo azadiya jin civak û mirovahiyê azadiya Rêber Apo şert e.”

Şiruq Bîrcarî guhertinên ku bi naskirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nav civaka Êzidî û Ereb de çêbuyî wiha anî ziman: “Hemû pêkhate ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîn dikin. Em vê zilmê nema qebûl dikin. Piştî naskirina fikrê Rêber Apo pêşketinên mezin bi me re çêbûn. Êdî em bûn jinên xwedî sekn û biryar. Di nava me û civaka Êzidiyan de têkiliyek nebû, lê piştî naskirina fikrê azad têkiliyekî bihêz û cîrantiyekî bihêz di nava me de ava bû. Bi hêviya ku em serokê xwe di nava xwe de bibînin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.