Jinên Sudanî hewl didin di nava pevçûnan de jiyanê ji nû ve ava bikin

Jinên ku ji ber pevçûnên çekdarî yên li Sudanê koçber bûne, bi firotina berhemên curbecur li herêmên ku dimînin hewl didin bijîn.

MAYSA AL QADÎ

Sudan – Ji ber pevçûnên ku 6 meh in li Sûdanê didomin, li gelek bajaran bi taybetî li paytexta Hartumê gel neçarî koçberiyê dibin. Dema ku zanîngeh û dibistanan deriyên xwe girtin, dibistanên li herêmên ewle bûn navendên penaberan. Ji ber pevçûnan mûçeyên karmendan jî hatin rawestandin. Ji aliyekî ve mirov êşa windakirina hezkiriyên xwe dikşînin, yên ku li du mane jî li ser riyên koçberiyê yên ku dişopînin ber bi paşerojek nenas ve tên kaşkirin.

Gelên herêmê ji bo debara xwe bikin alternatîfan bi pêş dixin. Zainab Ezz El-Din, xwendekara Fakulteya beşa Bijîjkiyê ye, li paytext, Hartumê dijiya; ji ber şer koçî Bakurê Kurdistanê kir û hewl dide li wê derê jiyana xwe bidomîne. Zainab Ezz El-Din ku li Jebel Barkal, herêmek arkeolojîk û geştyarî ya Parêzgeha Bakur, tirşên mangoyê difiroşe, bi afirîneriya xwe di çêkirina tirş de projeyek piçûk ava kir. Zainab Ezz El-Dîn a ku ji ber demsala mangoyê li herêmê dest bi çêkirin û firotina tirşiyan kiriye, dibêje ku ew ji aliyê gel ve hate pejirandin.

'Ez hêvî dikim ku em vegerin û bajêr ji nû ve ava bikin'

Zainab Ezz El-Dîn amaje bi wê yekê dike ku ev proje valahiya wê tijî dike û wiha domand: "Di destpêkê de ez li malê dixebitîm û min sparîşan digihîştand navnîşanan lê niha min biryar da ku ez li ser supermarketan belav bikim da ku bêtir qezenc bikim. Min ji bo vê xalên firotanê destnîşan kirine. Pêşî belav dikim, paşê diçim fatûreyê. Jebel Barkal jî cihekî baş e ji bo firotinê. Ji ber ku ev der herêmeke geştiyariyê ye ku ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaretkirin. Her weha derfeta we heye ku hûn li vir bi karsazên ciwan ên din re hevdîtin bikin. Ez hêvî dikim ku em vegerin û welat ji nû ve ava bikin, tiştê qewimî ji bîr bikin û dîsa bextewar bibin.

'Divê em li gorî vê rewşê tevbigerin'

Aziza Babiker Awad a ku piştî şer û pevçûnên li Hartumê dest pê kir koçber bû, berê di şirketekê de dixebitî, dibêje ku ew teslîmî şert û mercên zehmet nebûye. Aziza Babiker Awad diyar kir ku wê bi firotina bêhnxweşên Sudanî dest bi jiyana xwe ya xebatê kiriye û wiha got: “Ji bo reklamê û bidestxistina mişteriyên nû ez beşdarî gelek bazaran bûm. Pevçûnên li Sudanê hem ji aliyê madî ve hem jî ji aliyê manewî ve bandoreke mezin li me kirin. Piştî demekê em neçar man bi vê rewşê re mijûl bibin. Ji ber ku em çarenûsa şer nizanin dê raweste yan na divê em xwe li gorî vê yekê amade bikin.”