Cenazeyê xwendekar Zeren Ertaş bi şîn û girîn hat veşartin

Cenazeyê Zeren Ertaş a ku encama ketina asansora li Wargeha Xwendekaran a KYK’ê ku lê dima jiyana xwe ji dest da, bi şîn û girîn li Goristana Kurtkoyê hat veşartin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo Zeren Ertaş, xwendekara pola 4’an a Fakulteya Zanîstên Îdarî û Siyasî ya Zanîngeha Adnan Menderes a ku di encama ketina asansorê de li Yurda Keçan a Guzelhîsarê ya girêdayî KYK’ê li Efelera Aydinê jiyana xwe ji dest da, merasîma cenaze hat lidarxistin.

Cenazeyê Zeren Ertaş îro di seatên nîvroyê de anîn ber deriyê mala wê ya li Kurtkoya Pendîka Stenbolê. Malbata Zeren, xizm û hevalên wê û gelek xwendekarên zanîngehê cenazeyê Zeren pêşwazî kirin. Cenazeyê Zeren piştî duayan, ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Navendî ya Kurtkoyê.

Dayik Serpîl Ertaş: Dema çû gelek pirtûkan girt gel xwe

Dayik Serpîl Ertaş, bi van gotinan keça xwe Zeren Ertaş oxir kir: “Pirtûka ku keça min nexwendibû tunebû. Gelek pirtûk dixwendin. Dema çû gelek pirtûkan girt gel xwe. Ez ê niha çi bikim?"

Cenazeyê Zeren Ertaş, li Goristana Kurtkoyê bi şîn û girin hat veşartin.