Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 326

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin de di 24 saeten dawî de 298 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi vê yekê hejmar bû 7 hezar û 326 kesan. NY’ê, diyar kir ku komkujiyên ku Îsraîlê dike, sûcên şer in.

Navenda Nûçeyan- Piştî operasyona Hamasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' ya di 7’ê Cotmehê de, êrîşên Îsraîlê yên bi hedefgirtina sivîlan û niştecihên Zîvala Xezayê ya Filîstinê pêk tîne, didomîn. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, têkildarî hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve berdewam dikin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di 24 saetên dawî de 298 kes zêde bûne û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 7 hezar û 326’an.

NY: Komkujî sûcê şer e

Ji aliyê din ve Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê (ÛNHCR) Ravîna Shamdasanî di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevre ya NY’ê de têkildarî êrîşên Îsraîlê yên ji 7'ê Cotmehê ve berdewam dikin de daxuyanî da. Ravîna Shamdasanî diyar kir li Xezaya ku Îsraîl bi awayekî topyekûn dorpêç kiriye, 2 milyon û 200 hezar kesên ku asê mane bi "kareseta mirovî" re rû bi rû ne û wiha got: "Divê Îsraîl demildest dawî li cezakirina komî ku li ser tevahiya gelê Xezayê dike, bîne. Cezakirina komî sûcê şer e.”