Ji bo zarokê Êzidî 17 saziyên Amedê bang kirin

17 saziyan li Amedê bang kirin ku der barê kesên zarokê Êzidî radestî DAIŞ’ê kirine de lêpirsîn bê vekirin.

Amed- 17 komale û odeyên pîşeyî yên li Amedê xebat dimeşînin derbarê zaroka Êzidî ya ji aliyê ve hat revandin û li ser ‘înterneta kûr’ wê derxistin firotinê daxuyaniyekê hevpar dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin “Îfadeya ‘Zaroka Keç a Êzidî’ vegotinek cihêkar e, em bi bîra tevahî raya giştî dixin ku divê zarok tenê weke zarok bê binavkirin. Pêvajoya lêpirsînê ya ji sala 2021’an ve didome û di dema darizandina li pey wê de zarok radestî kiryar û malbata wî ya ku navnîşana wî jî nehat tespîtkirin û beşdarî danişînan nebû kirin ne tiştekî bê qebûlkirin e. Ev rewş encamê polîtîkayê Wezareta Civakê û Malbatê ye.”