Piştevaniya Mor banga beşdarbûna sempozyûmê li jinan kir

Piştevaniya Mor, bang li hemû jinan kir ku beşdarî sempozyûma bi sernavê "Di Krîza Kapîtalîzma Patriyarkal de Tecrubeyên Têkoşîna Femînîst a Navneteweyî" ku wê 14'ê Çileyê roja Yekşemê bê lidarxistin, bibin.

Navenda Nûçeyan – Piştevaniya Mor, wê di 14'ê Çileyê de li Muzeya Gazhane ya Kadikoyê sempozyûmek bi sernavê "Di Krîza Kapîtalîzma Patrîarkal de Tecrubeyên Têkoşîna Femînîst a Navneteweyî" li dar bixe.

Di sempozyûmê de, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Jin Bi Hev Re Bi Hêz In, Jinên Ciwan ên Kampusê û gelek jinên qada kedê wê ji bo axaftinê beşdar bibin.

Di sempozyûma ku dê rojek bidome de wê ji Polonya, Îtalya, Lubnan, Fransa, Îran û Tirkiyeyê axaftvan tevli bibin. Di sempozyûmê de bi sernavên sereke yên “Li Cîhanê Tecrubeyên Têkoşîna Femînîst” û “Li Tirkiyeyê Tecrubeyên Têkoşîna Femînîst” wê der barê mijarê raborî û îroyîn a tevgera jinên Kurd, tecrubeyên birêxistinkirina jinên ciwan ên zanîngehê, di têkoşîna sendîkayî de tecrubeyên rêxistinkirina femînîst û gelek mijarên din de nîqaşan pêk bînin.

Ji bo jinan bang hat kirin

Piştevaniya Mor der barê sempozyûmê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de daxuyaniyek da û got: "Di van demên ku kapîtalîzma baviksalarî ya ku xweza û mirovahiyê ber bi tunebûnê ve dibe li her derê cîhanê, xwe bi şêweyên cuda yên îstîsmarê, şer, şîdeta mêran nîşan dide. Em dixwazin li ser pratîkên çalakiya têkoşîna femînîst a rêxistinkirî ku pêşiya me ronî dike ji têkoşîna femînîst û tevgera jinan a li Tirkiyeyê re bibin bersiv, mînak û nîqaşan pêşkêş bikin û bibêjin 'riyeke din heye'."

Piştevaniya Mor, hemû jinan vexwendin sempozyûma ku dê 14'ê Çileyê roja Yekşemê li Kadikoyê bê lidarxistin.