Li Girtîgeha Jinan a Şakranê zext zêde bûn

Girtiyên ku diyar kirin li Girtîgeha Jinan a Şakranê piştî destpêkirina greva birçîbûnê zext zêde bûn, dixwazin daxwazên wan bên bicihanîn.

Navenda Nûçeyan – Piştî destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên li ser girtyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tên ragirtin jî zêde bûn.

Raporên ku ji girtîgehan bi hevdîtina malbatan û vegotinên girtiyan hatin amadekirin, eşkere dike ku lêgerîna li qawîşan zêde bûye, di serdegirtinan de tiştên taybet ên girtiyan jî tên desteserkirin û pêşiya xwarina pêwîst tê girtin. Kubra Filiz a li Girtîgeha Girtî Jinan a Şakranê tê ragirtin, li ser telefonê bi xwişka xwe Elîf Fîlîz re axivî û zextên rastî tên vegot.

‘Zextên li ser wan zêde bûne’

Elîf Fîlîz da zanîn ku xwişka wê gotiye ku serdegirtinên qawîşan ku heta niha mehê carekê dihatin kirin pir zêde bûne û ev agahî da: “Xwişka min tev li çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger bûbû. Di vê pêvajoyê de zextên li ser wan zêde bûne. Bi zexta psîkolojîk hewl didin wan bêzar bikin. Xwişka min ji bo hevala xwe çenteyek çêkiribû û ew jî desteser kirine.”

'Bila daxwazên wan bên qebûlkirin’

Elîf Fîlîz, da zanîn ku ji ber rewşa heyî fikarên wan hene û axaftina xwe wiha qedand: “Girtî ji xwe ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Çima vê zextê dikin? Bê edaletî heye û nahêlin mafên xwe bi kar bînin. Di rewşên wiha de fikarên me zêde dibin. Bila zextên li ser girtiyan bi dawî bikin û daxwazên wan qebûl bikin.”