Halîse Aksoy a ku nehat berdan got: Mereq nekin ez li ber xwe didim

Dadgehê der barê Halîse Aksoy a nêzî 9 meh in bi beyanên şahidê vekirî Umît Akbiyik girtiye de biryara berdewamiya girtinê da. Halîse Aksoy, ji kesên ji bo piştevaniya wê li eywana danişînê bûn wiha got: “Mereq nekin ez li ber xwe didim.”

Navenda Nûçeyan – Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê endamê HPG'ê di hundirê qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin, ji ber beyanên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên “mala wê mala bibawer bû” nêzî 9 meh in girtî ye. Danişîna doza duyemîn a Halîse Aksoyê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. 

Parêzerên Halîse Aksoy Necat Çîçek û Zeyneb Karayilan tevli danişîna li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bûn, her wiha parlamenterên DEM Partî Edalet Kaya, Ceylan Akça û endamên Meclisa Jinan a DEM Partî (HDP) û endamên OHD’ê û gelek kes amade bûn.

Xwest were berdan

Aksoy, a bi riya tercuman têkildarî girtina xwe parastina bi Kurdî kir, wiha got: “Ez daxwaza berdewama rewşa girtinê qebûl nakim. Bi awayekî neheqî li vir im. Bêbextî li min tê kirin. Ez dixwazim bêm berdan.”

‘Delîlên şênber nîn in’

Parêzer Necat Çîçek, anî ziman ku mutalaya dozger a têkildarî berdewama girtinê qebûl nakin û wiha axivî: “Tê gotin ku alîkariya xurek ji muwekîla me re hatiye kirin lê di navbera rojên ku alîkarî hatiye kirin de nakokî hene. Di navbera beyanên ku îtîrafkar Umît Akbiyik li miduriyeta polîsan û dozgeriyê dane de nakokî hene. Di îfadeyan de beyanên şênber nîn in. Piştî ku îdianame teblîxî îtîrafkar Umît Akbiyik hatiye kirin beyanên nû hatine gotin. Li ser tiştên di îdianameyê de hatine gotin beyan hatine dayîn. Di dosyayê de tu delîl nînin.” Çîçek daxwaza berdana muwekîla xwe kir.

 Parêzer Zeynep Karayilan jî bi bîr xist ku ji bo şahidê nepen were guhdarkirin danişîna beriya niha de biryar hatiye dayîn lê têkildarî guhdarkirina şahidê nepen ji cihên têkildar re nivîs nehatiye nivîsîn. Karayilan, xwest ku vê rewşê nekin sedema berdewama girtinê. Karayilan xwest heke şahidê nepen were guhdarkirin bila di danişîneke ku ew amade bin de were guhdarkirin. Karayilan, bi bîr xist ku îtîrafkar Umît Akbiyik di 3 rojan de li ser zêdetirî 600 kesan de îfade daye û wiha axivî: “Ne pêkan e ku tişteke wiha hebe. Beyanên Umît Akbiyik dane bi nakok in û ne diyar e ku çawa hatine amade kirin. Îdiayên derbarê muwekîl de îdiayên razber in û ji ber temenê nexweşiyên wê jî hene. Dixwazim were berdan.”

 Şandeya Dadgehê ji ber gumana revê, gumana sûc û îdiayên der barê wê de ji sûcên katalog in der barê Aksoy de biryara berdewamiya girtinê da û danişîn taloqî 19’ê Nîsanê kir.

‘Min meraq nekin li ber xwe didim’

Aksoy, li ser biryara berdewamiya girtinê ya dadgehê wiha got: “Bêbextiyên der barê min de îsbat bikin. Ez çima li vir têm girtin.” Li ser vê yekê kesên li salonê bi çepik û tilîliyan rewşê şermezar kirin. Li ser gotina kesên li eywanê ya “Dayika Halîse mereq neke em bi te re ne” Aksoy li eywanê zivirî û ev bersiv da: “Min meraq nekin ez li vir li ber xwe didim.”

Banga beşdariya danişînê hat kirin

Piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Parêzer Zeyneb Karayilan li ser pêvajoya darizandinê axivî spasî ji kesên hatine re kir û bang li saziyên demokratîk kir ku di 19’ê Nîsanê de tevli danişînê bibin.