70 şeniyên gundê Qere Qişlaq ê bajarê Salmasê hatin girtin

Piştî ku şeniyên gundê Qere Qişlaq ê giredayî bajarê Salmasê, bertek nîşanî li gund avakirina kargeha karbonat a sodyûmê dan, jin jî di nav de 70 şeniyên gund hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Piştî çalakiya nerazîbûna şeniyên gundê Qere Qişlaq ê giredayî bajarê Salmasê yê li dijî avakirina kargeha karbonat a sodyûmê û encamên hawridorî yên avakirina wê kargehê li ser zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avê yên herêmê, hêzên Îranê ketin nava liv û tevgerê, êrîşê şeniyên gund kirin, wan derb kirin û 70 kes girtin û birin cihekî nediyar.

Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, berpirsê îstixbarata Îranê ya bajarê Salmasê, li dijî jinên hatine girtin tecîza devkî pêk anî û gefa tundiya zayendî li jinan xwar.

Her wiha li gorî wêne û vîdyoyên ku li ser torên medyaya dîjîtal hatine belavkirin, hêzên leşkerî û ewlehiyê êrîşê civînên aştiyane yên şeniyên gundê Qere Qişlaq kirin û şeniyên gund bi gaza rondikrêj û copan belav kirin û gelek xwepêşander jî birîndar bûn, wan rakirin nexweşxaneyê. Nexweşxane di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de ye.

Kargeh bû sedema nexweşiya pênceşêrê

Kargeha Kaweh Soda beriya niha jî kargehek bi vî rengî li bajarê Maragheh ê parêzgeha Tebrîzê ava kiribû, ev jî bû sedema gelek qirêjkirina jîngehê û ava qirêj a vê kargehê di dirêjahiya 150 kîlometran de ava binerd û seêrd qirêj kiribû, bibû sedema windahiyan. Her wiha ava qirêj a vê febrîqeyê bi kîlometreyan axa bexçeyan bê berhem hişt û bû sedem li Maraghehê nexweşiya penceşêra kezeb û pankreasê zêde bibe. Di salên derbasbûyî de fealiyetên vê kargehê bûn sedema berteka aktîvîst û berpirsên herêmî yên rêxistina jîngehparêziyê lê tevî vê yekê jî rêveberê vê kargehê Îbrahîm Asgariyan, di meha Îlona sala borî di civîna ku bi Îbrahîm Raîsî re pêk anî de ji bo domandina xebatên vê kargehê ji hikûmetê biryara pejirandinê girt