Li Amazonê bajarek kevnar ê 2 hezar û 500 salî hat dîtin

Di kolanên li daristanên Amazonê hatin kirin de, bajarek kevnar ê 2 hezar û 500 salî ku di bin rûberka nebatan de mabû, hat keşfkirin. Lêkolîneran, diyar kirin ku bi vê keşfê re pêwîst e fikrên li ser çand û şaristaniya navenda wê Ewropayê biguherin.

Navenda Nûçeyan- Li başûrê Ekvadorê, li herêma Upano ya li daristanên Amazonê bajarekî kevnar ê mezin beriya 2 hezar û 500 salî ku bi rûberka nebatan hatiye pêçandin, hat kefşkirin. Mirovên zanyar, diyar kirin bi vê keşfê re nêrîna ji bo mirovên li herêmê wek komkirina nêçîrvanan tê pênasekirin, biguhere.

Hat ragihandin ku ev herêm, li quntara volqanek ku erdê bi berhemdar dike lê di heman demê de dibe ku bibe sedema tunekirina civaka li vê derê dijî, cih digre.

'Nêrîna me ya ji bo çandên Amazonî guherî'

Ji Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê û serokê ekîba ku lêkolîn dike Prof. Dr. Stephen Rostain, wiha axivî: "Ev der ji hemû cihên kevnar ên ku em li Amazonê dizanin kevintir e. Nêrînek me ya şaristaniyê ku navenda wê Ewropa ye heye lê ev keşf ji me re dibêje pêwîst e fikra me ya li ser çand û şaristaniyê biguhere."

Yek ji nivîskarên lêkolînê Antoine Dorison jî diyar kir ku vê keşfê nêrîna wan a li ser çandên Amazonyê guhertiye û wiha got: "Gelek mirovên li vir dijîn komên biçûk, dibe ku tazî û wek komkirina nêçîrvan dihat pênasekirin lê vê keşfê nîşan da ku mirovên li vê derê jiyana bajêr jiyane.”

Arkeolog, texmîn dikin ku li bajarê beriya 2 hezar û 500 sal hatiye avakirin, mirovan nêzî hezar salan jiyana xwe domandine. Lêkolîner difikirin ku li bajêr bi deh hezaran mirov jiyane.

Di lêkolînê de arkeologan, bi teknolojiya lazerê ya bikar anîne, ji bilî xebatên kolandinê yên qadeke bi qasî 300 kîlometreyî, bajarên kevnar ên di bin nebat û daran de jî tesbît kirin. Bi alîkariya teknolojiyê 6 hezar platformên çargoşe yên ku tê texmînkirin weke mal û qadên merasîmê hatine bikaranîn hatin tesbîtkirin.