Daxwaza taloqkirina înfaza Hanîfe Arslan a 76 salî hat redkirin

Daxwaza taloqkirina înfazê ya ji bo yek ji girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê Hanîfe Arslan a 76 salî hat kirin, hat redkirin.

Navenda Nûçeyan – Parêzera Hanîfe Arslan a 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin û nexweşa şekir û KOAH ye, ji bo taloqkirina înfazê serî li dadgehê da. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya serlêdanê dinirxîne, daxwaza taloqkirina înfazê red kir.

Ji bo tehliye kirina Hanîfe Arslan a ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di 1 û 3'ê Çileyê de rakirin nexweşxaneyê, di medyaya dijîtal de kampanyayek hatibû li dar xistin. Serok Wekila Koma DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî ji bo tehliyekirina Hanîfe Arslan û girtiyên din ên nexweş di 18'ê Kanûnê de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dabû.