Îsraîl êrîşên li ser Xezayê bênavber didomîne

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê li dijî sivîlan û cîwarên wan bênavber berdewam dikin. Îsraîl dê di doza ku li ICJ’ê ji ber binpêkirina Peymana Qirkirinên hatiye vekirin de parastinê bike.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yên yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Şerîda Xezayê hatine destpêkirin bi dijwarî didomin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê, di êrişan de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 23 hezar û 469, hejmara birîndaran jî bûye 59 hezar û 604. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê artêşa Îsraîlê li hinek herêmên Şerîda Xezayê mal û cihên ku gelê Filistînê xwe spastinê û kampan bombebaran dike.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê li dijî mala Ebu Suneyme ya li ser cadeya balafirgehê ya bajarê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê êrîş pêk aniye û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. Balafirên şer ên Îsraîlê, li herema eş-Şawqe ya rojhilatê Xezayê malek hedef girtine û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.

Di 24 saetên dawî de ji ber bombebarana Îsraîlê ya li ser çend cihên li Şerîda Xezayê, cenazeyên 30 Filistîniyan rakirine nexweşxaneyên li bajarê Xan Yûnisê. Balafirên şer ên Îsraîlê, bi dijwarî êrişê navenda bajarê Xan Yûnisê kirin, ambulans û komên rizgariyê yên xwestin xwe bigihîjînin mirî û birîndaran jî kirin hedef.

Danişîna li ICJ’ê dest pê kir

Komara Afrîkaya Başûr, ji ber ku Îsraîlê li Xezayê Peymana Qirkirinê binpê kiriye li Dîwana Edaletê ya Navneteweyê (ICJ) doz vekir û dinişînê duh dest pê kir.

 Di danişînê de ji parêzerên dozdar ên ku Afrîkaya Başûr temsîl dike Blinne Ni Ghralaigh, axivî û got ku qirkirina ku Îsraîl li Xezayê dike, pir vekirî ye lê kesên ku dibin qurban, bi hêviya ku cîhan tiştek bike, vê yekê bi riya medyayê zindî diweşînin û cara yekem e ku qirkirin bi awayê zindî tê weşandin. Nî Ghralaigh wiha domand: "Tevî ku qirkirina li Xezayê ji aliyê gelê Filistînê ve bi awayê zindî tê weşandin û em vê hovîtiyê di telefon, kompîtor û ekranên televîzyonê de dibînin jî; tiştek nayê kirin. Qurbanên van êrîşan bi bendewariya ku cîhan tiştek bike, rûxandina warê xwe û mirovên hatine qetilkirin bi awayê zindî nîşanî cîhanê didin. Divê were gotin ku cara yekem e di cîhanê de sûcê qirkirinê bi awayê zindî tê weşandin.” 

Dê Îsraîl îro parastina xwe bike

Di danişînê de hiqûqnasên ku Afrîkaya Başûr temsîl dikin, di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî de, pirs kirin ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê niyeta qirkirinê îsbat dikin. Îsraîlê jî got ku sûcdarî bi “bingeh” in û dê parastina xwe ya devkî îrî bike.

Cyril Ramaphosa: Heta ku gelê Filistînê azad nebe azadiya me ne pêkan e

Serokomarê Komara Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa, di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî de (UAD) têkildarî doza ku li Îsraîlê vekirine, daxuyanî da. Li gorî nûçeyên di medyaya neteweyî de derketine Cyril Ramaphosa, di axaftina ku di civîna Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) de kiriye, gotiye ku bi doza vekirine armanca wan ew e êrîşên Îsraîlê yên qirkirinê bidin rawestandin.

Cyril Ramaphosa, têkildarî doza ku danişîna wê ya yekem çêbû nirxandin kir û got: "Hiqûqnasên me li Laheyê dema ku doza me diparastin, dema min mirovê vê axê Ronald Lamola di dadgehê de dema doza me pêşkêş dikir dît, min tu carî xwe ewqas şanaz hîs nekiribû.”

Cyril Ramaphosa, diyar kir ku di warê mafên mirovan de Afrîkaya Başûr cihê referansê ye û ji ber vê yekê jî ew ketine tevgerê û got ku ew biryar in di riya lîderê xwe Nelson Mandela de bimeşin. Cyril Ramaphosa wiha domand:

"Hinek kes ji me re dibêjin ku gava me avêtiye bi xeter e. Em welatekî biçûk in û aboriya me jî hindik e. Dibe ku êrişê me bikin lê em ê li ser rêgezên xwe bisekinin. Wekî ku bavê demokrasiya me li ber me hîn kiriye, heta ku gelê Filistînê azad nebe, em ê bi rastî azad nebin."

NY’ê bang kir ku rêz ji biryara ku dadgeh bide re were girtin

Di daxuyaniya ku li ser sîteya înternetê ya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê hat weşandin de û îmzeya 30 raportoran li binî ye de, hat diyarkirin ku ji ber destpêkirina doza ku Afrîkaya Başûr vekiriye pir memnûn bûne. Raportorên NY’ê bang li aliyan kirin ku rêzê ji hemû biryarên tedbîrê yên ku dadgeh bide re bigrin û pêk bînin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku biryara ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bide, “ya dawî û jêneger e” û dê neçe temyîzê, bal hat kişandin ku pêkanîna biryarê, ji bo “parastina mafên Filistîniyan û mezinbûna hiqûqa navneteweyî” “mecbûrî” ye.

‘Doza ku hatiye vekirin pir hêja ye’

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pêvajoyeke ku hemû mafên gelê Filistînê bê perwa tên binpêkirin de doza ji aliyê Afîkaya Başûr ve hatiye vekirin bi qîmet e û bang li dewletan hat kirin ku bi dadgehê re hevkariyê bikin û ji rola Dîwanê ya “dadgeha hiqûqê ya serbixwe” re rêzê nîşan bidin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku gelek welat piştgiriyê didin Afrîkaya Başûr û ji bo “sekna bi rêgez” a kes û saziyên ku li tevahiya cîhanê piştgiriyê didin dozê spasî hat kirin. Her wiha hat gotin ku ne tenê dewlet, berpirsyariya her kesê li dijî qirkirinê heye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat bang hat kirin ku ji bo êrîşên ku mirov, bajar û binesaziya Xezayê dikin hedef werin rawestandin, bêyî ku alîkariyên mirovî werin rawestandin, bigihîjin Xezayê û agirbestek lezgîn çêbibe.