Ofîsa Jinê ya TEV-DEM'ê perwerdeyên 'mafên jinan' lidardixe

Ofîsa Jinê ya TEV-DEM’ê, bi xebatên perwerdehiyê yên pêktîne, piştgirî dide jinan ku ji mafên xwe yên di dîrokê de hatine dizîn ji nû ve bidest bixin.

ŞİRİN MİHEMED

Qamişlo - Ofîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), der barê jinan de xebatên hay jê hebûn avakirinê didomîn e. Rêvebera Buroya Jin a TEV-DEM’ê Zeynep Hasan, der barê xebatên ofîsê de ji ajansa me re axivî. Zeynep Hasan, bi bîr xist yek ji biryarên TEV-DEM'ê ku konferansa xwe ya yekemîn di sala 2011'an de lidar xist, avakirina Komîteya Jinê bû û diyar kir di destpêka sala 2018'an de jî di vî warî de biryar hatiye girtin.

'Jin di bin sîwana TEV-DEM'ê de xwe birêxistin dikin'

Zeynep Hasan, diyar kir Komîteya Jinê piştre veguherî ofîsek û wiha got: “Jin, di ofîs û sendîkayên di bin sîwana TEV-DEM’ê de cih digrin de, bi armanca rêxistinkirina hemû jinan dixebitin. Di bin sîwana TEV-DEM’ê de sendîka jî cih digrin. Di her sendîkayê de jî ofîsek jinê ya kar û xebatê organîze dike heye.” Zeynep Hasan, diyar kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şaxên Ofîsa Jinê heye û da zanîn li herêmê gelek proje hatine pêkanîn.

Cîhan Hussein: Jin dikarin dengê xwe bigihînin qadên navneteweyî

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê Cîhan Husseîn jî, diyar kir rolek girîng a xebatên dîplomatîk ji bo sazî û jinan heye. Cîhan Husseîn, wiha axivî: “Şoreşa Rojava ya ku em îro jiyan dikin, ji jinan re derfeta pêkanîna erkên xwe da. Jin di her warî de, di dema şoreşê de xwe gihand hemû jinan û di rêxistinbûnê de rola herî girîngl lêyistin. Rêxistinbûna dîplomatîk a tevgerên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi belavkirina ewlekarî, aramî, hay jê hebûn û rêxistinbûnê di gihandina welatên cîran de bû alîkar. Erka me ya sereke, aktîvkirina rola jinê ya di civakê de û bi taybetî jî di nava şoreşê de û ji bo mafên xwe yên di tevahiya dîrokê de hatine dizîn ji nû ve bi dest bixin, xebat bimeşînin.”

Cîhan Husseîn, dest nîşan kir jin tevî polîtîkayên li dijî wan tên meşandin bi xebatên xwe yên di qada dîplomasiyê de dikarin dengê xwe li forûmên navneteweyî bidin bihîstin û wiha got: "Jin dikarin li forûmên navneteweyî pirsgirêka Kurd nîqaş bikin." Cîhan Husseîn, bang li hemû jinên cîhanê kir ji bo ji kevneşopiyên paşverû û polîtîkayên dijmînatiya jinan rizgar bibin, bibin xwedî maf û wiha axivî: “Jinên xwedî vîna azad, dê bigihîjin mafên xwe jî. Em dibêjin maf nayên dayîn, tên girtin. Divê em li vir ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.

Taîba Îsmaîl: Pêşxistina perwerdeyan yek ji gavên herî girîng bû

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê Taîba Îsmaîl jî, diyar kir bi destpêkirina şoreşa Rojava re hat tesbîtkirin ku derbarê rola pêşeng a jinan a di civakê de pêwîstî bi xebatên haj jê hebûn avakirine hebûye. Taîba Îsmaîl, da zanîn mijarên perwerdeyê jî li gorî pêwîstiyan diyar dikin û wiha got: “Perwerde ji bo pêşketina civakan xwedî girîngiyek mezin Pêşxistina perwerdeyê ya têkildarî jinan, yek ji gavên herî girînge ku me avêt. Rêber Abdullah Ocalan perwerde bi qasî hewa û avê biqîmet pênase dike. Divê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê û hemû jinên cîhanê, ji bo avakirina civakek azad û demokratîk girîngî bidin perwerdeyê.