Nobeta Edaletê di roja 747’emîn de didome
Malbata Şenyaşar di roja 747’emîn a Nobeda Edaletê de, wiha got: "Edalet mafê mirovahiyê ye. Hikûmeta ku qîrîna me ya edaletê nebihîse dê winda bike."
Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 747’emîn de ye.
Malbata ku ji ber dawiya hefteyê edliyê girtiyê nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê domand, ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: "Ji hikûmeteke ku edaleta wî nîne, daxwaza edaletê kirin yek ji karên herî dijwar a cihanê lê ya herî girîng e. Edalet mafê mirovahiyê ye. Hikûmeta ku qêrîna me ya edaletê nebihîse dê winda bike."