Namzetên hevserokatiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan

Namzetên Hevşaredarên Tûşba yê Partiya DEM’ê Hanim Akkoş û Ûmît Keser jî di nav de 12 kes piştî îfadeya wan hatin berdan.

Wan – Namzetên Hevşaredarên Tûşba yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ên li Wanê hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan li Midûriyeta Polîsan a Wanê hat girtin, hatin berdan. 

Di dema îfadedayînê de hat hînbûn ku bi hinceta di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li ser belavokên belav kirine cih dayîna gotinên “tecrîd” û berdana girtiyên nexweş, hatine binçavkirin. 

Li gel namzetên hevserokatiyê yên hatin binçavkirin Nazmiye Acar, Leyla Çelîk, Bariş Oflas, Fehîm Oflas, Fatma Erbaga, Nacî Başdînç, Mecît Akkoş, Zekî Kurt, Habîp Borazan û Siddik Sayyîgît hatin berdan.