Li herêma Egeyê zext û binpêkirina mafan zêde dibin

Li gorî rapora der barê binpêkirina mafên jinan, li herêma Egeyê di sala 2023’an de; herî kêm 424 jin rastî binpêkirina mafan hatine. Li dijî jinên girtî li girtîgehan 91 binpêkirina mafan hatin jiyîn. Bi giştî 515 car mafên jinan hatin binpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora binpêkirina mafan li dijî jinan a herêma Egeyê ya sala 2023’an eşkere kir.

Li avahiya komeleyê di civîna çepemeniyê de serlêdanên jinan, hevdîtinên saziyên eleqedar û komele, serdanên parêzeran ên li girtîgehê, encama lêgerînên medyayê û hûrguliyên rapora bajarên Aydin, Afyon, Balikesîr, Mugla, Manîsa, Uşak, Burdur, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê digre nava xwe  parve kirin.

Her curê tundî belav bûye

Di raporê de hat diyarkirin ku herî zêde jin di malê de rastî tundiyê tên û tundiya di nava malê de bandorek neyênî li ser psîkolojiya jin û zarokan dike û hat zanîn ku tundiya dîjîtal, şopandina bi îsrar û cureyên din ên tundiyê herî zêde tên jiyîn.  Di raporê de bal hat kişandin ser tundiya dewletê ya li dijî jinan û wiha hat gotin: “Jinên ku me di serlêdana komeleya xwe de dîtin di vê qadê de her dem zext û tundî dîtine, heta tundiya fizîkî gef li wan hatiye xwarin, sîxurî li ser wan hatiye ferzkirin, hewldana jinan a xwe îfadekirin, hebûna wê ya di nava jiyanê de hewldane ji dest wan bigrin. Dîsa di serlêdanan de ferzkirina sîxurkirinê, jinan di nava malê û têkiliyê malbatê de zorî kişandine, zexta dewletê ku dîtine û piştî tundiyê di heman demê de di nava malê de zoriyê jiyane û li her qadê rastî tundiyê hatine.” 

‘Jinên girtî rû bi rûyî zext û îşkenceyê ne’

Di raporê de hat destnîşankirin ku nameyên ji girtîgehan tên, hevdîtinên malbatan û serlêdanên girtiyên hatine berdan bi zext û qedexeyan re, binpêkirinê mafan zêde bûne û wiha hat gotin: “Jinên girtî her roj rastî bi dehan binpêkirinên mafan tên. Li girtîgehan; tecrîd, îşkence û binpêkirina mafê jiyanê, binpêkirinên xwegihandina girtiyên nexweş a tedawî û tendirustiyê, binpêkirinên ku girtiyên extiyar di xwegihandina tendirustiyê de dikşînin, ji ber zêde tijebûna qawişê binpêkirinên çavkaniya xwe ji pirsgirêkên tendirustî û psîkolojîk digrin, binpêkirinên şewitandinên înfazan bê sedem di sala 2023’an de zêde bûne û berdewam dikin. Bi qasî ku girtin zêde dibe, pirsgirêkên li girtîgehê, binpêkirinên ku tê jiyîn zêde bûne û berdewam dikin.”

Hejmara binpêkirinên mafan 515

Di raporê de hat bibîrxistin ku di hevdîtinên li girtîgehan de, serlêdan û di lêgerînên nûçeyan de herî kêm binpêkirinên mafên ên hatin tesbît kirin 424 in. Hejmara binpêkirinên mafan ên xwe dispêrin hevdîtinên girtîgehan li dijî jinan sala 2023’an jî 91 e, ev jî bi giştî dibe 515’e. Di raporê de bal hat kişandin ku binpêkirinên mafan li dijî jinan tundî, tacîz, tecawuz û derb her sala derbas dibe, zêde dibe û berdewam dike.”