Hejmara 52’emîn a Kovara Jin derket

Hejmara 52’emîn a Kovara Jin bi berga ‘Ji nûnertiya wekhev û hevserokatiyê tavîz nîne!’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 52’emîn a Kovara jin ku her hefte tê weşandin, vê hefteyê jî bi berga ‘Ji nûnertiya wekhev û hevserokatiyê tavîz nîne!’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara vê hefteyê de bal kişand ser rêveberiyên herêmî, nunertiya wekhev û sîstema hevserokatiyê.

Sernavên ku di hejmara vê hefteyê de cih girtin wiha ne:

Hema bila dinya xira bibe, wê bi sîstema hevserokatiyê cardin ava bibe/Rûşen Seydaoglu

Di rêveberiyên herêmî de nunertiya jinan/Mukaddest Alataş

Bi Akademiyan ber bi demokrasiya herêmî/Denîz Hêvî

Kurdistan Mêtînger e!/Kesîre Demîr

Nasnameya me/Yuksel Mutlu