Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: CPT’ li gorî nêrîna dewletê nêzî Îmraliyê dibe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, nêzikatiya CPT’yê ku hatibû Tirkiyeyê û neçû serdana Girtîgeha Îmraliyê rexne kir û wiha got: “Divê CPT ne li gorî nêrîna dewletê tevbigere. Divê rola xwe bi awayekî çalak pêk bîne.”

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku hatibû serdana girtîgehên Tirkiyeyê lê neçû serdana muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û 35 meh in tu agahî jê nayên girtin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandeya CPT’yê neçûye Îmraliyê û tenê têkildarî tecrîda li Îmraliyê ev agahî parve kir: “Bi rayedarên têkildar re bi taybetî jî der heqê pêwendiyên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên girtin a bi derve û çendek mijarên din hatin nîqaşkirin.”

‘Şandeya CPT’yê demeke dirêj li Tirkiyeyê ma lê serdana Îmraliyê nekir’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke ku tê fêmkirin, şandeya CPT’yê demeke dirêj li Tirkiyeyê maye lê neçûye serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê û hevdîtin bi muwekîlên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Veysî Aktaş, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Omer Hayrî Konar ku 35 meh in bi tu awayî agahî ji wan nayên girtin re nekiriye. Mîna carên berê jî kiribûn, der heqê muwekîlên me de bi rayedaran re têkildarî ‘pêwendiyên wan ên bi derve re’ axivîne.

‘Ev nêzikatî nayê qebûlkirin’

Ev nêzikatiya CPT’yê, ne li gorî peywira wê ya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Cezayên disiplînê yên derqanûnû û qedexeyên derhiqûqî ji hêla dadgeriyên înfazê ve bi awayekî sîstematîk tên dayîn. Her wiha mercên înfazê û ‘pêvajoyên darazê’ ji lêkolîn û venêrîna parêzeran re hatine girtin. Mafê parastinê li Îmraliyê bi temamî ji holê hatiye rakirin, di serî de hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, têkiliya muwekîlên me ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ev pêwendî hema hema sê sal in hatine qutkirin. Parêzer nikarin têkildarî rewşa tenduristî û ragirtina wan tu agahiyan bi dest bixin. Tevî vê rewşê jî CPT’yê tenê di hevdîtina bi rayedaran re mijar anîne rojevê. Ev nêzikatiya wan nayê qebûlkirin.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) gotibû ku divê ‘tavilê bi parêzerên xwe re bikaribin hevdîtinê bikin.’ Tirkiye ev salek û nîv e biryara tedbîrê bi cih neaniye. Tevî vê yekê jî mijara pêwendiyên bi derve re bi awayekî sînor hatiye nîqaşkirin û bi temamî terkî keyfiyeta dewletê û rayedaran hatiye kirin. Lê rejîma muebeta girankirî û mercên agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê ku 25 sal in didome, awayekî îşkenceyê ye û dijmirovî ye. Lê nêzikatiyên saziyên neteweyî û navneteweyî berevajî qedexeya îşkenceyê ye û teqezbûna xwe jî derbas kiriye.

‘Vê yekê rê li ver fikara ku mercên tecrîdê bidomin vekir’

Di mehên Mijdar, Kanûn û Çileyê de daxwaz û agahdariyên têkildarî birêz Ocalan û Îmraliyê, di 15’ê sibata 2024’an de ji CPT’yê re hatin ragihandin. Hê jî dema şande li Tirkiyeyê agahiya wê ji geşedanên rojane hebû, rapora hevdîtinên di 22’yê îlona 2022’yan de nehatibû parvekirin, piştî wê dîrokê erdhej çêbûn û mercên heyî xerabtir bûn. Vê jî ferz dikir ku li Îmraliyê yekser çavdêrî û lêkolîn were kirin. Lê dîsa beriya ziyaretek were kirin, vegeriyan. Vê rewşê jî fikarên domandina rewşa îşkence û mercên derhiqûqî û derexlaqî yên li Îmraliyê bi me re ava kir.

‘Divê CPT’ê tavilê tesbît û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bike’

Di rewşa heyî de CPT’yê tu bendewarî û şîretên me esas negirtin, dewletê ji bo başkirina rewşa heyî tu gav neavêt. Lewma jî divê CPT tavilê tesbît û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bike. Ji bo rewşa agahînegirtinê ku li dijî qedexeya îşkenceyê ye bi dawî bibe û malbat û parêzer bikaribin biçin serdanê divê CPT li gorî nêrîna dewletê tevnegere dvê rola xwe bi awayekî çalak pêk bîne.”