‘Ji bo destkeftiyên xwe biparêzin em ê li qadan bin’

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên a li ser rêzeçalakiyên 8’ê Adarê axivî, banga beşdarbûna çalakiyên 8’ê Adarê li hemu jinan kir û got: “Ji bo destkeftiyên xwe biparêzin emê li qadan bin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” daxuyaniyek da û rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê hatin ragihandin. Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ji ajansa me re nirxandin kir.

Dirûşma îsal çi peyamê dide?

Jiyan Hisên da zanîn ku yekitî û rêxistina jinan dê wan ji planên qirkirin , tecrîd û dagirkeriyê têk bibe û wiha anî ziman: “Weke Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me hemleya xwe ya ji bo 8 Adarê bi daxuyaniyekê di bin dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” ragihand. Çima ev dirûşm hat hilbijartin? Ji ber ku sala derbas bû, di sala 2023’yan û 2024’an de gelek êrîş û qirkirin li ser jinan hatin meşandin. Bi teybetî jinên pêşeng ên ku rêveberiya vê civakê dikin di hemû qadan de çi siyasî, civakî û leşkerî be, tên hedefgirtin. Di heman demê de jinên ku li herêmên dagirkirî dijîn, rojane rastî êrîşên qirkirin û destdirêjiyê tên. Her wiha jinên dîlgirtî jî heya roja îro gelek îşkence û tecrîd li ser wan tê meşandin. Ji bo wê me ev dirûşm hilbijart û em ê bi berxwedanî, yekitî û îsrara jinên azad vê dirûşmê pêk bînin û jinan ji planên qirkirin û dagirkeriyê biparêzin.”

‘Em ê bi hev re hêza xwe ya rêxistin û perwedeyê xurtir bikin’

Jiyan Hisên bal kişand ser parastina destkeftiyên şoreşa jinan û wiha domand: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 sal in têkoşîn û berxwedaniyek bêhempa dan meşandin. Têkoşîna wan li tevahî cîhanê belav bû. Sîstema jinan a xweser heye. Jin tê de xwe diparêzin, zagonên xwe dinivîsînin, xwe birêxistin dikin û têkoşînek bêhempa didin meşandin. Ya girîng jî ew e ku hêza xweparastinê ava kirin ev destkeftiyek pîroz e ku têde xwestin hemû jinan ji êrîş, dagirkerî û komkujiyan biparêzin. Ev destkeftî girîng û dîrokî ne. Pêwist e hemû jin xwedî li van destkeftiyên bi nirx derkevin. Bêguman têkoşînek bêhempa pêwist dike, ji ber ku heya roja îro êrîşên dijwar li ser van destkeftiyan pêk tên, pergala neteweya demokratîk ji aliyê desthilatdaran ve nayê qebûlkirin û wê ji bo xwe xeter dibînin. Pêwist e hemû rêxistinên jinan hemû bi hev re asta têkoşînê bilindtir bikin û hêza xwe ya, xwebûn, rêxistinbûn û perwerdekirinê xurtir bikin. Li kêleka wê jî divê em van destkeftiyên pîroz bi yekitiya xwe ji êrîşan biparêzin.”

 ‘Dîroka têkoşîna jinan domdar e’

Jiyan Hisên bang li tevahî jinan kir ku destkeftiyên şoreşa xwe bi hev re biparêzin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi hedefgirtina jinan peyamek didin. Bi wê yekê hewl didin rê li ber têkoşîn û vîna me bigrin. Lê peyama me jî ev e; her ku hevaleke jin şehîd dikeve bi hezaran jin hêrsa wan mezintir dibe, têkoşîna wan bilindtir dibe û soza xwe nû dikin. Ji bo wê gelek rêzeçalakî tên lidarxistin hem semîner, civîn, perwerde ji bo mêran li ser dîroka 8’Adarê tê dayîn. Em jî 12 sal in têkoşîn û berxwedaniyek bêhempa didin meşandin. Çalakiyên me wê rojane hebin heya roja 8’ê Adarê dê bi dawî bibin. Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadiya hemû jinên dîlgirtî û em destên xwe bidin hev, hebûn û yekitiya xwe xurt bikin. Li hemberî van êrîşên li ser me tên meşandin bisekinin, sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinan.”