Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn

Dayikên Şemiyê, di heftaya 987'emîn de li aqûbeta Mûrat Yildiz ê ku 23’ê Sibata 1995’an hatibû binçavkirin û piştre hatibû windakirin, pirsîn.

Stenbol- Dayik/Mirovên Şemiyê, di hefteya 987'an de çalakiya xwe ya ji bo kujer bên darizandin û winda bên dîtin, berdewam kirin. Di hefteya 986’an a çalakiyê de careke din li qada Galatasarayê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mûrat Yildiz ê ku 23’ê Sibata 1995’an hatibû binçavkirin û piştre hatibû windakirin, pirsîn. Ji bilî Dayikên Şemiyê, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, Komîsyona Girtîgehan, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û parêzvanên mafan tevli çalakiyê bûn.

Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê di binçavan de hatibû windakirin, Besna Tosun ve hat xwendin. Besna Tosun, destnîşan kir ku ji bo li aqûbeta Mûrat Yildiz bipirsin û berpirsyariya dewletê ya li hemberî "mafê jiyanê" bi bîr bixin li qada Galatasarayê ne.

‘Ez ê her dem li heman cihî pirsa kurê xwe bikim’

Dayika Mûrat Yildiz Hanîfe Yildiz, pirsa “Çima ez 29 sal in li vir im” kir û wiha got: “Tu dayik naxwaze beriya wê gora zarokê/a wê hebe. Ez hatime vî temenî û tenê ji bo kurê xwe gorek dixwazim. Ev jî nehat dayîn. Ez ê heqê xwe ji we re nehêlim, ez ê her dem li hema derê pirsa kurê xwe bikim.”