Ji jinên Tûnisê bang: Sozên xwe bi cih bînin

Jinên li wilayeta Gafsa, bang li kesên ku hilbijartina herêmî qezenc kirin û daxwaz kirin ku divê şert û mercên jinên dixebitin were guhertin, pirsgirêka bê kariye çareser bikin, bînesaziyan baş bikin û projeyên çandiniyê bixin meriyetê.

IHLAS HAMRUNİ

Tûnis- Li Tûnisê piştî hilbijartinên herêmî li wîlayeta Gafsa jin difikirin ku bendewariyên wan nayên pêkanîn. Rêjeya zêde ya bê kariyê û şert û mercên jiyanê yên ku her roj diçe zehmet dibe li ser vê yekê jinên Gafsa li bendêne ku yên hilbijartinên herêmî qezenc kirine ji bo jinan projeyên taybet pêşbixin û li bendêne daxwazên wan bi cih bînin.

‘Divê ji bo jinan projeyan pêşbixin’

Aîşa Manoubi xwest ku pirsgirêkên jinan were destgirtin û da zanîn ku divê şert werin başkirin û wiha got: “Ez diwê hêviyê deme yên ku hilbijartinên herêmî qezenckirin pirsgirêkên jinan, bi taybet cotyar, ên ku di sektora sanayî de xebat didin û hostayên hunerê yên ku ji bo xwe weke çavkaniyê dibînin dîqat bikin. Divê jinên ku serê sibehê ji malê derdikevin û 8 saetan di xebitin jî ji bîr nekin. Ev jin ji bo dahata jiyana xwe pêkbînin li dijî her cûrê zehmetiyan têkoşînê dikin. Ji ber vê yekê rayedarên nû, bi taybet ên ku beşdarî hilbijartinên herêmî bûne û kesên ku me dengê xwe danê, divê sozên ku dane bi cih binîn û ji bo vê pêkbînin bixebitin. Divê pirojeyê taybet ên ku ji bo jinan derfetên kar ava dikin û derfetê hê baştir yê kar jêre ava bikin pêşbixin.”

‘Divê derfet ji bo esnafan ava bikin’

Zeina Hamdî sozên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatin dayîn bi bîr xist û wiha got: “Divê yên ku di hilbijartinê de projeyên pêşxistinê û bi taybet di kampanyayên hilbijartinê de soz dan jinan wê şertan baş bikin bila soza xwe pêkbînin. Gelek esnafên ku di vê walitiyê de xebat didin meşandin, ji bo rewşa madî û aborî baş bikin divê derfetên alîkariyê yên weke madeyên xam û kredî pêkbînin. Jinên li herêmên çolwar, bi taybet  jinên ku pirsgirêkên madî dikêşin û ji bo zarokan demê wê yekê hatiye hinek projeyên pêşxistin bixin meryetê.”

‘Divê bendewariyên jinan pêkbînin’

Ji jinan Salma Abboud wiha got: “Ên ku di meclîsên herêmî de hatin hilbijartin, divê giringiyê bide huner û çandiniyê. Divê giringî bidin berhemên jinan û li herêma Gafsa berhemên hunerê ya orjînal ava bikin. Li aliyê din li herêmê divê ji bo jinên ku hunera dest dide jiyankirin her cûrê alîkariyê bidin. Endamên meclîsên herêmî, ji bo jin berhemên xwe bidin nasîn û bazar bikin divê atolyeyên berhemdanê û pêşangehan vekin. Li walîtiya Gafsa jinên hunermend yek ji pirsgirêkên herî giring ên ku jiyan dikin pirsgirêka berhemdanê ye û nasandina berhemên xwe ye. Divê pirsgirêkên jinan yên bendewariyên bê kariyê çareser bikin, rêyan ronî bikin, bînesaziyan baş bikin, xwegihandin hêsan bibe, projeyên çandinî û endustrî hebe, projeyan ji bo sûda ciwanan pêşbixin û bi giştî kalîteya jiyanê zêde bikin. Li herêmê tesîsên bêhnvedanê ku sûdê bide gel nîne. Weke Parka Orbata tesîsên ku heye ji ber lênenêrînê nayên başkirin.”