Nagîhan Akarsel li Şengalê bi daxuyaniyek hat bibîranîn

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li komelgeha Dugurê ya Şengalê bi daxuyaniyekê bi bîr anî diyar kir ku wê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dê nirxên jinên azad biparêzin.

Şengal-Di roja 4’ê Cotmeha 2022’yan de akademisyen, nivîskar û rojnamegera Kurd û parêzvana mafên jinan Nagîhan Akarsel bi êrîşa çekdarî ya Îstîxbara Tirk li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hat hedefgirtin, di encama êrîşê de Nagîhan Akarsel jiyana xwe ji dest da. Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel li ber avahiya Meclisa Gel a komelgeha Dugurê li ser nave Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê ve daxuyanî hat dayîn.

‘Dewleta Tirk dijminê jin û jiyanê ye’

Di destpêka daxuyaniyê de dayê Şemê di şexsê Nagîhan Akarsel de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr anî û wiha got: “ Weke Jinên Êzidî em îro tev ji bo bîranîna hevala Nagihan Akarsel amade bûne. Eybeke herî mezin e ku jineke wiha zana ya li her deverê têdikoşiya û fikrên Rêber Apo û jinên azad  belav dikir hat qeti kirin. Em tev dizanin ku dewleta Tirk a dagirker dijminê jin û jiyanê ye ew her dem li dijî azadiya jinan û civakê di nava listokên xwe yên gemar de ye.”

‘Em ê xwedî li keda şehîdên xwe derkevin’

Hevala Nagîhan li Şengalê jî kar û xebat dabû meşandin. Li Şengalê ji bo ku çand û dîroka civaka me û bi taybetî ji bo ku hêza jinên Êzidî ji cîhanê re vebêje kar û xebat da meşandin. Di pêşketina tevgera me de keda wê mezin e. Ji bo wê em weke jinên Şengalê dibêjin, heya dawî em ê xwedî li keda şehîd Nagîhan derbikevin û em ê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî nirxên jinên azad biparêzin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin, Jin Jiyan Azadî” hat bidawîkirin.