‘Kîna min a li hemberî Talîbanê qet naqede’

Mîtra Nasser a ku birayê wê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin û nekarî êşa birayê xwe ragire dayika xwe jî winda kir û got:"Em êşa ku me kişandine ti carî ji bîr nakin, kîna min a li hemberî Talîbanê wê bi dawî nebe."

BAHARÎN LEHIB

Herat- Piştî lihevkirina Dohayê ya di navbera Amerîka û Talîbanê de, Talîbanê li navçe û parêzgehên ku di bin kontrola wê de ne, dest bi şer û pevçûnan kir. Talîbanan bi pevçûnan parêzgeh û navçe xistin bin kontrola xwe û di vê pêvajoyê de bû sedema mirina bi hezaran ciwanan. Mîtra Nisar ku li Heratê dijî, ji ajanê me re behsa wan roja kir.

Mîtra Nisar ku birayê wê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin got: “Birayê min Mistefa Nîsar li Heratê ji aliyê endamên Talîbanê ve hat qetilkirin. Mirina birayê min ê biçûk dilê diya min şikand. Birayê min dergistî bû û biryar hat dayîn ku dawet piştî du mehan were lidarxistin. Lê me ew berî roja zewaca diyarkirî winda kir." Mîtra Nîsar anî ziman ku dayika wê nekarî êşa birayê xwe ragire û wiha got: “Dayika min li ber mirina birayê min tehemûl nekir û hêsirên wê qet nesekinîn. Me di sala duyemîn a mirina birayê xwe de dayika xwe winda kir.  Ew xemgîn bû dema ku wî dît ku mobîlya û odeyek ji bo birayê min hatî amadekirin."

'Em Talîbanê efû nakin'

Mîtra Nîsar wiha gotinê xwe bi dawî kir: "Kîna min a li hemberî Talîbanê qet naqede. Ji bilî kuştina birayê min Mistefa, berpirsyarê mirina dayika min jî Talîban e. Em tu carî êşên ku me kişandine ji bîr nakin û Talîbanê efû nakin."