Jinên Ciwan ên Şengalê der barê komploya 9’ê Cotmehê civînek lidarxistin

Yekîtiya jinên Ciwan ên Êzidxanê di bin hemleya ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixe azadî” de dabûn despêkirin duh li gundê Dugurê civînek der barê komploya 9’ê Cotmehê de li dar xistin.

Şengal-Yekitiya jinên Ciwan ên Êzidxanê li gundê Dugirê yê girêdayî navçeya Sinûnê di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de civînek bi beşdariya TAJÊ’ê de der barê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat meşandin lidarxist.

‘Ê ku civaka Êzîdî anî vê astê Rêber Apo ye’

Di civînê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Êzidxanê Hala Şengalî axivî û bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û wiha got:

“Çend sal in rêbertiya me di nava 4 dîwaran de ye. Serokê me civakê û gel ji bindestî û zordestiyê xilas dike. Ji bo wê jî dijminê hov her ku diçe tecrîdê girantir dike. Dijmin baş dizane ku azadiya fizîkî ya rêbertiyê tê wateya azadiya civakê, ji bo wê jî tecrîdê giran dike. Em weke jinên ciwan û dayik, niha di kîjan astê de ne? Baweriya me bi çi rengî ye? Weke jin li Şengalê çawa em têdikoşin. Ev hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ne.”

Hala Şengalî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku weke jinên ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çi ji destên wan were wê bikin ji û wiha got: “Ger fikir û felsefeya Rêber Apo beriya fermanê di nava me de hebûya wê ferman nehata serê me. Heta roja îro hê jî keç û jinên Êzidî difiroşin. Îro me ev fikir nas kiriye ji bo wê jî  weke ciwanên Şengalê, çi ji me were xwestin ji bo Rêber Apo em ê bikin. Ji ber ku ê civaka Êzidî anî vê astê Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek der barê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hat nîşandan. Civîn bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.