Ji bo Nagîhan Akarsel kampanya hasthagê

Ji aliyê Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel ve dê îro li gor Amedê seat 20.00 ve kampanya hasthagê bê destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrîşek çekdarî hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, bi boneya yekemîn salvegera wê çalakiyên cûr be cûr didomin.

Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel beriya bi 2 rojan bi îmzeya 312 jin û rêxistinên ji 51 welatan nameyek vekirî ji bo Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê ragihand. Înisiyatîfê ku di nameya xwe de daxwaza bi lez gav avêtina ji bo diyarkirin û cezakirina kiryarên qetlîamên ku li ser jinan tê meşandin û dewleta Tirk ku di qetilkirina Nagîhan Akarsel de xwedî rol e bang kir îro dê kampanyaya hastgahê li ser tora dîjîtal X (bi navê berê Twitter) dide destpêkirin.

Dê kampanyaya hasthagê bi navê #JusticeForNagihanAkarsel (Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel) li gor Amedê seat 20.00’an de destpê bike.