Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn

Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel navenda Jineolojiyê û Tevgera Hîlala Zerîn a herêma Firatê şevbêrka çandî lidarxistin.

Konanê- Navenda Jineolojiyê û Tevgera Hîlala Zerîn li Kobanê endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, ku di 4'ê Cotmeha 2022'an de li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin bibîranîn.

Bi sedan kes beşdarî bîranîna Nagîhan Akarsel bûn. Piştre Navenda Çanda Hîlala Zêrîn komên xwe yên stran û helbestan pêşkêş kir û sînevîzyon li ser jiyana wê hat temaşekirin.

Bîranîn li bexçeyê Evîn dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka Jineolojiyê Sedîqa Xilo axivî.

'Fikrên Şehîd Nagîhan di dilê hemû jinên cîhanê de ye'

Berdevka Jineolojiyê ya herêma Firatê Sedîqa Xilo wiha axivî: “Şehîd Nagîhan Akarsel ji bo jinên her çar parçeyên Kurdistanê jinan perwerde dikir ji bo ku jin di her alî de bi pêş bikevin. Ji ber vê yekê dijmin bi awayekî hovane wê qetilkir. Belkî ew di aliyê beden de hat qetilkirin lê fikrên wê di nava hemû jinên cîhanê de belav bûye."

'Jinek were qetilkirin dê bi hezaran jin cihê wê bigrin'

Helîma Osman jî nêrîna xwe anî ziman û got: "Di salvegera şehîd Nagîhan de em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Ew pêşengeke jin bû kar û xebatên Jineolojiyê dida meşandin. Lê dewleta Tirk a xwînxwar dijminê jinên Kurd bi awayekî hovane wê şehîd xist, em ê weke jin şopdarên riya wê bin. Hevalek jin were qetilkirin bi hezaran jin cihê wê digrin, bi qetilkirinê dê nikaribin vîna jinên Kurd bişkînin."