Li Îranê ‘polîsên exlaqê’ êrişî zarokek keç kirin

Hat zanîn ku li Tahranê Armîta Garawend a 16 salî ku ji aliyê polîsên exlaqê yên Tehranê ve bi hinceta “rêgezên hîcabê pêk neaniye"hatiye derbkirin û bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan- li gor agahiyan hat  diyar kirin ku zaroka 16 salî ya bi navê Armîta Garawend di metroyê de rastî êrişa polîsên exlaqê hatiye.  Armîta Garawend a ji aliyê polîsên exlaqê ve bi hinceta ku “rêgezên hîcabê pêk neaniye" rastî lêdanê hatiye û bi giranî rakirine nexweşxaneya Fecrê ya paytextê.

Di bin çavdêriyê de tê girtin

 Armîta Garawend a ku dibin çavdêriya parastinê de ye, destûr nedan ku tu kes, tevî malbata wê jî serdana wê bikin û dîmenên Armîta Garawend ku ji aliyê hevalên wê ve ji metroyê bêhiş hatiye derxistin, di kameraya ewlehiyê de xuya dike.

Rayedarên hikûmetê înkar kirin

Rayedarên Îranê îdia kirin ku Armîta Garawend ji ber ketina tansiyona xwînê ji hişê xwe çûye û destkariya hêzên ewlehiyê nîne.

Rojnamevan hat binçavkirin

Ji aliyê din ve rojnameya Şark ragihand ku nûçegihana wan Meryem Lutfî roja duşemê dema ku ji bo nûçeya Armîta Garawend serdana Nexweşxaneya Fecrê kiribû hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.

Jîna Emînî jî ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve hat qetilkirin

Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî par li Tehranê ku ji bo ziyaretê çûbû wê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve bi hinceta ku “hîcaba xwe baş girênedaye” rastî lêdanê hatibû û piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, çalakiyên ku bi pêşengiya jinan dest pê kirin, li tevahiya welat belav bûn û veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî”. Rejîma Îranê jî ji bo tepeserkirina serhildanê bi sedan kes qetil kirin û bi hezaran jî binçav kirin.