Li Nîjeryayê ji ber şewba germahiya Lassayê 181 kes mir

Li Nîjeryayê şewba germahiya Lassayê ji derveyî peytextê belavî 28 eyaletan bûye. Îsal hejmara kesên ku ji be şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 181.

Navenda Nûçeyan- Li Nîjeryayê belavbûna şewba germahiya Lassayê berdewam dike. Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan a Nîjeryayê de hat dayîn ve hat diyarkirin ku şewba germahiya Lassayê ku di navbera meha Çile û Îlonê de li welat dest pê kiriye ji derveyî paytext Abuja li 28 eyalet û 112 herêman belav bûye. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava vê demê de hezar û 68 bûyerên ku ji ber germahiya Lassayê hatine tesbîtkirin, qewimîne, hejmara kesên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 181.

Rewşa awarte hatibû îlankirin

Hikumeta Nîjeryayê, ji ber şewba germahiya Lassayê di meha Sibatê de ‘rewşa awarte’ îlan kiribû. Li welat ku di navbera 1’ê Çile-20’ê Mijdara 2022’an de 989 bûyer hatin tesbîtkirin 178 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Nexweşiya germahiya Lassayê di encama destdana pîsatiya mişk di derdikeve. Nexweşiya ku ji mirovan derbasî mirovan dibe rê li ber germahiya xwînçûyîna ku dibe sedema mirinê vedike.