Mijara hejmara 6’an a Kovara Afaq Almaraa berxwedana jinên Rojilata Navîn e

Gerînendeya giştî ya Kovara Afaq Almaraa Nergîs Îsmaîl ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi Erebî weşanê dike, li ser hejmara 6’an a kovarê axivî û got ku di hejmara nû de li ser berxwedana jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn hatiye kirin.

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Kovara Afaq Almaraa ya ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi Erebî weşanê dike û tê wateya “Asoya Jinan) bi hejmara xwe ya 6’an derket. Kovara ku di sala 2023’yan de dest bi weşanê kir, nivîsên jinan tê de tên weşandin. Di kovarê de nivîsên têkildarî pirsgirêk, serkeftinê hene her wiha li ser bîrdoziya azadiya jinan jî nivîs tên weşandin. Di hejmara dawî ya kovarê de mijar berxwedana jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e.

Gerînendeya giştî ya kovarê Nergîs Îsmaîl, li ser naverok û armancên kovarê agahiyan da.

Kovar digihîje bajarên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê

Nergîs Îsmalîl got: “Di hejmara 6’an a kovarê de behsa serkeftinên jinên li Rojhilata Navên ên sala 2023’yan hatiye kirin. Gelek mijarên li ser serhildana jinan a li Pakistanê, Kongra Star ku bûye sîwana jinan, Yekîneyên Parastin Jinan, serkeftinên tevger û sazî û dezgehên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di kovarê de cih digrin. Me di meha Cotmeha 2023’an de dest bi amadekariya hejmara 6’an kir. Ji ber ku xebat û destkeftiyên jinan pir zêde bûn, me di meha sêyemîn a sala 2024’an de kovara xwe temam kir. Kovar li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û hemû derên Sûriyeyê hat belavkirin. Ji mer ku me nikaribû bişanda hienk bajarên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji ser medyaya dîjîtal me ji wan re şand.”

‘Zihniyeta mêr bi heman rengî li her derê tê ferzkirin’

Nergîs Îsmaîl bal kişand ku pirsgirêkên jinan li her derê cîhanê eynî ne û gotinên xwe wiha domand: "Di nivîsên ku ji me re tên şandin de tê dîtin ku li Rojava, Xeza, Pakistan, Afganistan û her derê din, li cihê jin lê hene jiyana ji êşan başbûyî heye. Jin li her derê rastî zextan tên, bi awayê cuda rastî şîdetê tên lê tevî her tiştî jî bi zehmetiyan re têdikoşin û li ber xwe didin. Me bal kişand ku zihniyeta ku xwe ferz dike ya mêr e û li gorî herêman diguhere.”

‘Em ji tevgera jinên Kurd re spas dikin’

Nergîs Îsmaîl diyar kir ku di kovarê de cih dane serkeftinên jinan ên di sala 2023’yan de û wiha domand: “Serkeftinên sala 2023’yan bingeha serkeftinên 2024’an û gava yekem a xebatên ber bi azadiyê ve bû. Tevî her tiştî gelek girîng bû ku serkeftinên jinan me di kovarek de bi cih kir û gihîştand her derê. Me behsa berxwedana jinên Belûc jî kir. Weke aktivîst me her dem tevgera jinên Kurd ji bo xwe mînak girt. Em bawer dikin ku têkiliyeke me ya xurt bi tevgera azadiya jinên Kurd re heye. Ji bo piştgiriya ku dane têkoşîna me em ji jinên Kurd re spasiya xwe dikin.”

‘Em hejmara 6’an diyarî hemû jinên cîhanê dikin’

Nergîs Îsmalîl bi gotinên; “Saziyên jin dê bi hatina ba hev, civakê bigihîjînin asteke ku bi xwezaya mirov re lihevahatî ye û hêza gerdûnî ya ku wan di bin sîwaneke bi ewle de bi rêxistin bike dê biafirînin” da zanîn ku ev yek çavkaniya xweşbînî û îlhamê ye. Nergîs Îsmaîl diyar kir ku di sedsala 21’emîn de tevî hemû zehmetiyan jî ew di cîhana ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin de dijîn û got: "Jinên ku welatên Rojava û Ewropayê dijîn tevî hemû pêşketinan jî azadî û mafên xwe bi dest nexistin. Jin hê jî êşa vederkirinê dikşînin. Peyama ku me ji welatên Rojava girt îsbata vê yekê ye. Ji me re pêkanînên li dijî jinan û zehmetiyên ku li wê derê dikşînin vegotin.”

Nergîs Îsmaîl, di dawiyê de got ku hejmara 6’an kovarê diyarî hemû jinên cîhanê hatiye kirin û pêşniyar kir ku ji bo der barê xebat û serkeftinên jinên Rojhilata Navîn de agahî çêbibe hejmara 6’an a kovarê were xwendin.