Meşvanên Azadiyê: Wê qetliama li jêrzemînên Cizîrê tu carî neyê jibîrkirin!

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku di baskê Wanê de cih digrin, gihîştin Cîzîra Botan û kesên ku di sala 2015’an de di dema qedexeyên derketina derve de li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Navenda Nûçeyan- Meşvanên di baskê Wanê yê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku di 1'ê Sibatê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin de cih digirtin di nav de hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û şandeya ku ji girseya rêxistinên demokratîk pêk tê li Cizîra Botan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 

Meşvan piştre beşdarî bernameya merasîma bîranîna ku ji aliyê DEM Partiyê ve li avahiya bajarê Cizîrê ji bo 177 kesên ku di sala 2015’an de di dema qedexeyên deketina derve de li jêrzemînan hatin qetilkirin hatibû amadekirin, bûn. Di salona ku mersîma bîranînê hat lidarxistin de pankarta ji bo kesên hatine qetilkirin bi nivîsa “Lehengên Cizîra Botan” hatibû daliqandin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dirûşma ‘Şehîd Namirin’ lê hat berzkirin.

‘Qêrîna wan weke duh di guhên me de ye’

Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) a Şirnexê Esmer Çikmaz axivî. Esmer Çikmaz a ku di pêvajoya qedexeyên derketina derve de 2 zarokên xwe winda kiribû diyar kir ku qêrîn û bêhna şewatê hê weke duh zindî ye û got: “Ne tenê 9 sal, 900 sal jî ser derbas bibin em wê êşê weke ku îro hatibe jiyîn dikşînin. Lê belê me soz daye wan; em ê nehêlin têkoşîna wan li erdê bimîne. Çiraya wan pêxistiye riya me ronî dike.”

Esmer Çikmaz, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtîgehan û got: “Kezeba hemû dayikên li vê derê weke ya min dişewite. Em dayikên girtiyan in. Em vê tecrîdê şermezar dikin.”

‘Yekitiya li Cizîrê gelek girîng e’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û wiha axivî: “Yên ku naxwazin meşa me bibînin, bila vê yekê baş bizanibin ku em ê bigihîjin miradê xwe yê aştî, azadî û yekitiyê.”

Ayşegul Dogan bal kişand ku çend sal ser derbas bibin jî wê qetlîama Cizîrê neyê jibîrkirin, tu kes nikare bide jibîrkirin û got: “Bi sedan sal in bajarên me talan dikin, xwestin civaka me birizînin û bi şerê qirêj me ji hev veqetînin. Divê em li hemberî van şiyar bin. Yekitiya di nava me de wê mexsed û miradê me bi cih bîne. Divê em vê yekitiyê mezin bikin da ku zû bigihîjin miradê xwe.”

‘Teqez em ê tecrîdê rakin’

Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku rojeva wan a sereke “Meşa Azadiyê” ye û wiha domand: “Divê em bizanibin ku em ê bi vê meşê bigihîjin armanca xwe. Teqez em ê tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, dengê birêz Ocalan bibihîsin. Piştî ku dayikan biryara xwe dan, tu kes nikare pêşî li wan bigre. We dît bê ka çiqas ji we ditirsin. Dibe ku li tu deran ewqas nayên cem hev û natirsin. Em bi hêz in, êm ê bigihîjn miradê xwe.”

Piştî axaftinan, li sînevîzyona ku hatibû amadekirin hat temaşekirin û bû sedema kêliyên hestiyar. Di wan kêliyan de dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Merasîma bîranînê bi gotina sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.