Ayşe Kaşikirik: Li Tirkiyeyê jin ji aliyê partiyan ve nayên dîtin

Di 31’ê Adarê de li Tirkiyeyê hilbijartin heye lê ne di lîsteyan ne jî di beyanameyan de jin tune ne. Ji Tora Berfirehî û Wekehviya Kurewî Ayşe Kaşikirik, bi gotinên “Jinan rantê îfşa kirin” diyar kir ku ji ber vê yekê ji nedîtîve tên dîtin.

ELÎF ÇETÎNER

Stenbol- Tirkiye dê 31’ê Adara 2024’an de ji bo hilbijartinên herêmî biçe ser sindoqan. Partiyên siyasî namzedeyên xwe yên li bajar û navçeyan yek bi yek diyar dikin. Her ku dema hilbijartinê nêz dibe, bi namzedan re bi taybetî li bajarên mezin her kes meraq dike ka dê di beyananameyên hilbijartinê çi hebe.

Tirkiye di ve hilbijartinê de ber bi pêvajoyeke ku behsa ‘namzedên mêr’ tê kirin ve çû. Ne diyar e ku jin di kîjan alî de di lîsteyan de cih bigrin, partî ji bo hilbijêrên jin çi bibêjin. An jî mirov dikare bibêje ku têkildarî jinan tiştek tune ye. Tenê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) ji ber pergala xwe ya hevserokatiyê di lîsteyên xwe de behsa jinan dike. Dema ku em li tabloya giştî dinêrin, dibînin ku welat careke din di warê wekheviya zayendî û cudakariya pozîtîf a ji bo jinan li paş ma.

Di wezaretê de rêjeya jinan ji sedî 1,65

Di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de ji hezarû 389 şaredaran tenê 45 jin bûn. Niha jî ev hejmar ji ber avêtina qeyûman û îstîfakirina hinek kesan bûye 23. Li Tirkiyeyê di navbera şaredaran de rêjeya jinan niha tenê ji sedî 1,65 e. Li gorî hilbijartina herî dawî li Tirkiyeyê 50 hezar keya hene, ji vana tenê 71 jin in. Tabloya ku bi hijmaran eşkere bûye nîşan dide ku di mekanîzmayên rêveberiyên herêmî de nûnertiya jinan çiqas kêm e.

Partiyan çend namzed diyar kirin?

Dema ku mirov li namzedên heta niha hatine diyarkirin dinêre dibîne ku hejmar zelal nîn in. Ji 132 namzedên AKP’ê 7 jê 595 namzedên CHP’ê 52 jê ji 385 namzedên MHP’ê 13 jê, ji 158 namzedên ÎYÎ Partiyê, 13 jê ji 73 namzedên Gelecek Partiyê, 12 jê, ji 125 namzedên DEVA Partiyê 17 jê, ji TÎP’ê jî ji 24 namzedan 5 in. Di nava pergala hevserokatiyê de jî DEM Partiyê ji di navbera 72 namzedên şaredariyê de 65 mêr 62 jin diyar kir.

‘Partiyên siyasî durust nîn in’

Em bi yek ji endamên sazkar ên Tora Berfirehî û Wekheviya Kurewî û akademîsyen Ayşe Kaşikirik ku 10 salên dawî ji bo beşdariya wekhev xebaban didomîne, li ser rojeva hilbijartinê axivîn.

Ayşe Kaşikirik a ji bo wekheviya jiyanê ji herêmî û giştî xebatan dimeşîne, bal kişand ku ji bo namzedên jin cih baş nehatiye dayîn û got: “Partiyên siyasî durust nîn in, ez li namzedên wan dinêrim jin tune ne. Di lîsteyên hatine eşkerekirin de rêjeya jinan ji sedî 5-6 dimîne. Di vê rewşê de ne pêkan e mirov behsa jiyana wekhev bike.”

‘Partî jinan li cihên ku neyên hilbijartin namzed nîşan didin’

Ayşe Kaşikirik bal kişand ku partî di axaftinên xwe de li ser namzedên jin propaganda dikin û diyar kir ku ji derveyî Dem Partiyê, gotinên partiyên din di pratîkê de cih nagirin û wiha got: “Dem Partî bi sîstema fermuar ji bo jinan cih vedike. CHP’ê kotaya jinan danî lê li Stenbolê hejmara namzedên jin diyar e. Heta niha tenê namzedên 10 navçeyan diyar kiriye yek tenê jin e ew jî namzeda Uskudarê ye. AK Partiyê li Edîrne û Çanakkaleyê namzed nîşan da. Ango partî jinan li cihên ku îhtîmala ku werin hilbijartin kêm e namzed nîşan dide.”

‘Di 16 hilbijartinên herêmî de ji 32 hezar namzedan tenê 156 jin hatin hilbijartin’

Ayşe Kaşikirik bal kişand ku nîşandana jinan li cihê ku neyên hilbijartin, bi civakê re têgihîştineke cuda çêdike û wiha domand: “Li cîhanê di rêveberiyên herêmî de rêjeya jinan ji sedî 30 derbas kiriye, li Tirkiyeyê ev rêje tenê ji sedî 6 e. Di navberê de valahiyek zêde heye. Ji sala 1930’yan ve heta niha 16 car hilbijartinên herêmî çêbûn. 32 hezar mêr bûn şaredaer. Tenê 156 şaredarên jin hatine hilbijratin. Hejmar pir xirab e. Namzedên jin ji cihên ku neyên hilbijartin namzed tên nîşandan û dûre jî têgihîştina ‘Binêrin me namzed nîşan da civakê nexwest’ tê afirandin.” Ayşe Kaşikirik her wiha diyar kir ku di diyarkirina lîsteyan de pêşî cih dane mêran.

‘Ji ber ku dizanin jin pêşî li rant-îhale-îmarê digrin nayên hilbijartin’

Ayşe Kaşikirik siyaseta li Tirkiyeyê bi gotinên “Lobiya mêran an jî kûlîsa abicimlerê” pênase kir û diyar kir ku deriyên siyasetê ji aliyê mêran ve li jinan hatine girtin. Ayşe Kaşikirik bal kişand ku dema mîkrofonê dirêjî kesan dikin, mirov dibîne ku meyla ji bo namzedên jin zêde ye û wiha berdewam kir: “Welatî difikirin ku jin ji bo bûyerên civakî hesastir in. Yek jî dizanin ku jin ji kirinên weke ruşwet, rantê dûr disekinin. Ango baweriya civakê bi jinan zêde ye lê di lîsteyan de jinên namzed nabîne.” Ayşe Kaşikirik diyar kir ku li aliyekî jî çanda civakî jî li ser jinan zextê çêdike û wiha got: “Li hinekî herêmên welat, jin di pêvajoyên namzediyê de jî rastî zextê tên li kolan û taxan lewre siyaseta herêmî di navbera rant, îmar û îhaleyê de asê maye. Dema ku jin werin hilbijartin pêşî li vê yekê tê girtin. Ango dibin asteng û ji ber vê jî nayên tercîhkirin.”

‘Jin ne tenê weke hilbijêr di heman demê de divê weke namzed jî werin dîtin’

Ayşe Kaşikirik, diyar kir ku weke Tora Berfirehî û Wekheviya Kurewî ji bo hejmara namzedên jin zêde bibe û di warê herêmî de bibin xwedî gotin xebatên xwe didomînin û bang kir ku divê di partiyan de êdî bi çavên hilbijêr li jinan neyê nihêrîn, di heman demê de weke namzed jî werin dîtin. Di hilbijartinan de divê deng zêdetir ji bo jinan bin û derfet werin dayîn.”