Jinên Tûnisê ji bo hunera berhemên ji hiriyê bidome piştgiriyê dixwazin

Maysaa Abouda û Hasna Salama yên li bajarê Hazwa yê Tûnisê dijîn, diyar kirin ku hunera kulav ku mîraseke çandî ya bajarê Hazwayê ye; ji ber madeya wê ya xam buha ye, ber bi tunebûnê ve diçe û xwestin ji bo parastina vê mîrasê piştgirî were dayîn.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Li bajarê Hazwa yê li Başûrê sînorê Tûnis Cezayîrê ku girêdayê wîlayeta Tozeur e; jin bi çêkirina kulav, debara xwe ya aborî dikin û bi wê awayê mîrasa çandî diparêzin. Xwediya Atolyeya Hunerên Destan ên Kevneşopî Hasna Salama û Maysaa Abouda, ya ku di endustruya hiriyê de senaetkar e, diyar kirin ku ji bo çêkirina kulav û berdewamiya wê divê piştgirî hebe û gotin ku li bendê ne rayedarên herêmî û navneteweyî ji bo parastina vê hunerê di nava hewldanan de bin.

Hasna Salama, diyar kir ku ji bo çêkirina kulav ku ji bo wan mîraseke çandî ye; tune nebe di nava hewldanan de ne û têdikoşin û got ku ji bo di çêkirina kulav de qelîte hebe pêdivî bi dem û nûbûnê heye. Hasna Salama got: “Ji bo berhemên xwe bazar bikim û parve bikim, min karê xwe bi pêş xist û min berhemên nû çêkir. Bi dekorasyona erdê û dîwar, min ji bo jin û mêran cil dîzayn kirin.”

Ji bo rengdayînê ji sêv hinar û pîvazê boyax tên çêkirin

Hasna Salama, diyar kir ku di salên borî de wan ji tiftik kincên ku mirov davêje ser mase, qoltix û hwd. çêkirine niha jî ji bo dekorasyona malê berheman çêdikin û ev agahî dan: “Em berhemên xwe di warê hunerên destan ên kevneşopî de li dikanên ku navdar bûne difroşin. Em berhemên xwe yên ku ji bo wan daxwaz hene jî radixin. Di rengdayînê de em boyaxa xwezayî ya ku ji pelê dara sêvê, qaşikê hinarê û qaşikê pîvazê çêdikin bi kar tînin. Di berheman de ez madeyên kîmyewî bi kar naynim. Hiriya ku ji ber dimîne jî ez ji bo perde, eşyayên diyariyê bi kar tînim. Ên biçûk jî diyariyê muşteriyan dikim, wan teşwîq dikim ku her dem werin ji me berheman bikirim.”

Bihayê zêde yê madeyên xam bû sedema terikandina hunerê

Hasna Salama, got ku 625 jin ji bo alîkariya malbatên xwe bikin, bi xwe bikaribin di warê aborî de debara xwe bikin û zarokên xwe bidin xwendin, di karên hunerên destan de dixebitin. Her wiha bal kişand ku ji ber madeyên xam ên weke tiftîk bihayê wan zêde ye, gelek jinan dest ji vê hunerê berdane. Hasna Salama, got: “Ji bo ku di parastina vê çanda dîrokî de bibim alîkar, min gelek zarokên keç hînî vê hunerê kir.” 

Hasna Salama, bal kişand ku hunerên ku ji aliyê jinan ve tên parastin û digihîjin nifên hatî, girîng in û diyar kir ku ji bo ev huner zêde bibe divê piştgirî were dayîn. Hasna Salama bang kir û got: “Ji bo danasîna berhemên xwe em dixwazin derfet çêbibin em tevli pêşangehan bibin.”

‘Em bi hunera xwe ya ku ji me re mîras maye şanaz dibin’

Maysaa Abouda ya ku di endustriya hiriyê de xwedî tecrube ye jî bal kişand ku ji ber hebûna dîrokî ya endustriya hiriyê, hê jî ev huner ji nifşan digihîje nifşan û bi gotinên; “Meraqa me ji fîstanên ji hirî û berhemên kevneşopî yên ji hiriyê tên çêkirin re heye. Em ji bo vê hunera xwe ya ku ji me re mîras maye, pir şanaz in. Maysaa Abouda, li ser berhemên ku çêdikin ev agahî dan:

“Em mûyên zirav ên têjika deveyê ya yeksalî an jî dusalî jêdikin. Ên qalind ji navê hildibjêrin. Li Tûnisa Başûr makîneya qardashi ya ku mûyan dide ser hev û rengan tevlihev dike bi kar tînin. Di merheleya duyem de jî em tiftikan tiftik nerm dibe, dikeve rewşeke qumaşê nerm û vediguhere tayê amade. Amadekariya tiftikê bi serê xwe mehek didome.”

‘Bihayê zêde dibe sedem ku ev huner ji holê rabe’

Maysaa Abouda, bal kişand ku ew li herêmeke sînor a bi pêş neketiye û fabrîka li tune ne dijîn û got: “Ji ber vê sedemê jin dema hînî vê hunerê dibin, li ber zarokên keç jî hîn dikin. Jin bi serkeftina di vî warî de di warê aborî de serbixwe dibin. Jinên ku di warê aborî de dikarin li ser lingên xwe biskinin, ji xwe bawer dibin lê pirsgirêkeke me ya wiha heye; ji ber kêmbûna hiriyê û bihayê zêde ev huner bi tunebûnê re rûbirû ye.”