‘Hewldan mafê min e’ li dijî tundiyê pir alî dixebite

Parêzer Nancy Mûhemmad diyar kir ku armanca wan ew e li Îskenderiyeyê bi sernavê ‘Hewldan mafê min e’ li dijî tundiyê hişyariyê ava bikin, bal kişand ser bajarê Beheira û behsa xebatên ku di sala 2024’an de bidin meşandin kir.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Li dijî tundiya li ser jinan li gelek cihan xebatên hişyarkirin, mudaxelekirin, astengkirinê didomin. Li hemberî jinan bûyerên weke komkujî, tacîz û tecawizê her roja ku diçe zêde dibin, di heman demê de, ji bo jin li dijî hemû cureyên tundiyê xwe biparêzin xebatên hişyarkirinê û çalakî berdewam dikin. Li bajarê Îskenderiyeyê ji bo piştgiriya jinan ‘Hewldana mafê min’ hat destpêkirin. Der barê vê hewldanê de parêzer Nancy Mûhemmad bersiva pirsên ajansa me da û diyar kir ku gelek jin di destpêkê de tundî, rastî binpêkirinên mafên mirovan hatine. Her wiha bal kişand ser girîngiya xebatên ku li dijî tundiyê tên meşandin.

*Hewldana we ji bo pirsgirêkên jinan xebatên çawa li dar xist? Encamên ku hatine bidestxistin çi ne?

“Der barê jinên ku rastî tundiyê tên, me gelek doz girtin û me der barê wan de dest bi biryargirtinê kir. Em difikirin ku vê hewldanê li gorî sala borî serkeftinek baş bi dest xistiye. Di çalakiyên 16 rojan ên di navneteweyî de mijarên der barê tundiya li dijî jinan hatin destgirtin. Di hatina gel hev de me dît ku jin di mijarên tundî û mafên xwe de zana nîn in, bi armanca hişyarîkirinê me rêzek kampanyayên hişyarîkirinê dest pê kir. Bûyerek ku em li ser xebitîn hebû. Jinekê ji hevjînê xwe tundî dîtibû û êdî nedixwest pê re bijî. Me jî ev doz girt ser xwe û hat belgekirin ku jin rastî tundiyê hatiye. Di encama dozê de wê jinê qezenc kir û der barê wan de biryara hevberdanê hat dayîn.

*Hinek jin difikirin ku dema serî li hiqûqê bidin rastî mohrkirinê tên. Der barê vê mijarê de nêrînên we çi ne?

Di civakê de hişmendiyek wisa heye; dema ku jin di nava malbatê de rastî tundiyê tê divê tehemulî hemû tiştan bike. Civak tundiya li dijî jinan normal dike û dixwaze jin jî vê qebul bikin. Çanda ku di civakê de hakim mêr ‘reisê malê’ ye, biryara yekem ji aliyê mêr ve tê dayîn û jiyana jinê ji aliyê mêr ve tê kontrolkirin e. Ev çand gelek jin dixe rewşa girêdayî mêr be. Şertên aborî sûdek mezin dide ku ev rewş hê xirabtir bibe.

Di civak û çanda civakê de jinên ku ji çandê bi bandor bûne pirsgirêka ku tundiyê normal dibîne dikare hê kûrtir bibe. Di civakê de gotina ‘em hemû lêdidin’ heye. Normalkirina tundiyê bandorek neyênî li gelek jinan dike. Jinên ku rastî tundiyê hatine serlêdana dozgeriyê dikin û dixwazin binpêkirinên ku çavkaniya xwe ji mêr digrin bi dawî bibin. Jinên ku serî li dozgeriyê didin rû bi rûyî mohrkirina civakê tên. Piraniya civakê, daxwaza jinekê ji mêr rizgar bibe bi awayên cuda berovajî dikin. Em bi riya medyaya dîjîtal dem bi dem kampanyayên hişyarîkirin û parastinê didin meşandin. Di dema kampanyayan de em dibin şahid ku hinek jin der barê riyên qanûnî, prosedur û giliyê de tu fikrek wan nîn e.

*Ên ku di erka pêkanîna rêveberiyê de berpirs in di kîjan astê de erkên xwe bi cih tîne?

Meqamên Rêveberiyê, bi teybetî bi jinên ku rastî êrîşa zayendî hatine eleqedar dibin divê were dîtin ku hejmarek zêde ya jinên pêwîstiya wan bi rehabîlîtasyonê heye. Gelek jê mijarê weke marjînal dibînin. Mêr jî di heman demê de piştgiriya hev dikin û naxwazin di rewşên tundî û tacîzê de jin gilî bikin û gelek deman jin tên sûcdarkirin û divê ev were guhertin.

*Der barê pêşerojê de planên we yên çawa heye?

Em hewl didin hê zêdetir kar bibin qadê û ev e jî em ber bi wê yekê ve birin ku di sala nû de em hê zêdetir li ser mekanîzmayên parastinê bifikirin. Pêwîstiya personelên tibî bi perwerdeyek taybet heye ji bo alîkariya jinên ku rastî êrîşan tên di vê mijarê de em komxebatan amade dikin. Di heman demê de di dema pêşiya me de yên ku di erkên rêveberiyê de berpirsiyar in der barê hişyarîkirina wan de em ê xebatan bidin meşandin. 

*Li bajarê Beheira binpêkirinên li dijî jinan çi ne?

Ji ber bajarê Baheire xwedî çêkerek çolwarî ye, di analîzên çandiniyê de belavbûna di diyardeyên xebatê de zewacên biçûk zêde dibe. Tundiya di nava malê de ku pêwîstî bi hişyarîkirin û mudaxeleyê heye her ku diçe belav dibe û jin ji mafên mîrasê bêpar dimînin. Mirov dikar bibêje ku aziyên jinan hema bibêje li vî bajarî tune ne. Bi hewldanê re pêwîstî bi hişyarîkirin û çalakiyek demildest heye. Di dema pêşiya me de em ê li ser fikrên di mijara mafan de avakirina hişyariyê bixebitin. Jinên li wê derê ji temenê biçûk ve erka xwe fêr dibin lê belê kes ji wan re nabêje mafên wan ên ku bi dest bixin hene.”